Berdevkê Pentagonê: Em naxwazin metirsiya li kampa Holê berdewam bike

Berdevkê Pentagonê: Em naxwazin metirsiya li kampa Holê berdewam bike

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder got, ew naxwazin kampa Holê wek bombeyeke demkî ya ku di her kêliyê de biteqe bimîne, û ew ligel hevkarên xwe yên li herêmê û cîhanê kar dikin da ku endamên DAIŞê yên biyanî yên li kampê vegerînin.

Patrick Ryder bersiva pirsa K24ê daye û gotiye, armanca me ya sereke ew e ku em çekdarên DAIŞê yên biyanî yên li kampa Holê vegerînin welatên xwe û li gorî yasayên wan welatan muamele bi wan re bê kirin."

Berdevkê Pentagonê tekezî li ser wê yekê kir ku “ew teqez naxwazin cîhekî ku terorîst lê bi cih bûne bibe bombeyeke ku her kêliyê biteqe” û da zanîn, “Di vê çarçoveyê de fermandariya me ya navendî û Wezareta me ya Derve ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi hevkarên me yên li herêmê û cîhanê re ji nêz ve dixebitin.”

Kampa Holê ya li ser sînorê parêzgeha Hesekê ya Rojava ye, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Ji bilî herêma Holê, HSD Zindana Guweyrê ya parêzgeha Hesekê jî birêve dibe, ku nêzîkî 3 hezar endamên DAIŞê tê de ne. Di Sibata 2022’an de çeteyên DAIŞ’ê ketin girtîgehê û hewl dan girtiyan berdin. Di şer û pevçûnên ku 10 rojan dom kirin de nêzî 500 çeteyên DAIŞê ku hin ji wan hatin binçavkirin hatin kuştin.

Girtiyên li kamp û Girtîgeha Ghweyrê ji welatiyên 20 welatên cuda yên ewropî, çînî û tirk jî di nav de ne. Hin welatan red kiribûn ku welatiyên xwe yên ku berê tevlî DAIŞê bûbûn vegerînin bi hêceta ku hîna îdyolojiya tundrew serdest in.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî di gelek bûyeran de li ser xetereyên kampan hişyarî dan, ji ber ku zarok ji hêla dayikên xwe ve fêrî tundrewiyê dibin.