YNK û PDKê li ser paşxistina hilbijartinan li hev kirin

YNK û PDKê li ser paşxistina hilbijartinan li hev kirin

PeyamaKurd – Lahûr Şêx Cengî diyar kir ku ji ber ku di meha tîrmehê de dema erka Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê bidawî dibe, zehmet e ku îsal hilbijartinên parlamentoyê bên lidarxistin.

Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî bersiva pirsên têkildarî têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û gelek mijarên din da.

Cengî di bersiva pirsa, "Gelo îsal hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê wê bên kirin?" da û got:

"Zehmet e îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin, ji ber ku dema erka Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê di meha Tîrmehê de bidawî dibe. Ji bo dirêjkirina dema erka xwe pêwîst e Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinan sererast bike. Eger ev yek were kirin wê baş be, lê li gorî min ew ê ne hêsan be."

"Eger haya wî jê hebe û gel xapandibe, ev xeletiyeke din e."

Lahur Seyh Cengî got: “Nabe wan (berpirsên niha yên YNKê) xelkê bixapînin, ji ber ku ez dizanim beşek ji YNKê bi taybet birêz Kubat li ser paşxistina hilbijartinan li gel PDKê rêkeftine. got.

Ji aliyê din ve Cengî got, “Eger serkirdeyê YNKê Bafîl Talebanî ji rêkeftina paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nizane, ev xeletiyeke mezin e. Eger haya wî jê hebe û gel xapandibe, ev xeletiyeke din e."

Cengî amaje bi pêwendiyên Kurdistanê li gel welatên cîran jî kir û got, Îran û Tirkiye du welatên giring in û divê Herêma Kurdistanê bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike.