Mele Bahtiyar: Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê dîrokî ye!

Mele Bahtiyar: Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê dîrokî ye!

PeyamaKurd — Endamê berê yê Desteya Bilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bahtiyar di 8. Konferansa Navneteweyî ya Platforma Dabiran a li Silêmaniyê hat lidarxistin de axivî.
Mele Bextiyar tekez kir, ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îranê "dîrokî" bû.
Mele Bahtiyar li ser pêşketina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî got, “Pêwendiya demokrasî û ronakbîriyê ne taktîk e, pêvajoyeke dîrokî û dirêj e. Demokrasî li Herêma Kurdistanê tenê bi partiyên siyasî nayê. Pêdivî ye ku em hemî hewl bidin."
“Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Tehranê serdaneke dîrokî ye”
Bextiyar derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê û hevdîtina wî ya li gel gelek kesayetên payebilind ku di nav wan de Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî heye, nêrîna xwe anî ziman.
“Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Tehranê serdaneke dîrokî ye. Sermayê ji holê rakir. Ji aliyê siyasî ve axaftinên baş hatine kirin û pêşketin hene.
Beriya niha gelek pirsgirêk di navbera Hewlêr û Tehranê de hebûn ku metirsiyeke piralî li ser Herêma Kurdistanê bû. Hewlêr 144 caran ji aliyê Îranê û hêzên nêzîkî wê ve hatiye bombebarankirin û bi moşekan hatiye xistin. Ev moşek ji bo her Kurdekî hatin avêtin.”
Mele Bahtiyar diyar kir ku çavê welatên cîhanê li petrol û gaza Herêma Kurdistanê ye û got, di salên pêş de wê gaza Kurdistanê di warê gazê de mohra xwe bide.
Bahtiyar bi bîr xist ku gaza herî bi kalîte ya cîhanê gaza Çemçemal e û got, "Kurdistan wê di pêşerojê de rola xwe di stratejiya gaz û avê de bilîze."