Serok Barzanî: Vîna Kurd ji her çek û jenosîdan bihêztir e

Serok Barzanî: Vîna Kurd ji her çek û jenosîdan bihêztir e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarankirina deverên Kurdistan ên wek Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê de got: "Vîna gelê Kurd ji her çek, jenosîd û tawanan bihêztir e."

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 37emîn salvegera hêrişa hovane ya kîmyayî ya ji aliyê rejîma têkçûyî ya Baasê ve pêk hatibû, li ser platforma xwe ya tora civakî peyamek bîranînê parve kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha peyivî: 

“Îradeya gelê Kurdistanê ji her çek, jenosîd û tawanan bihêztir e. Di 37emîn salvegera kîmyabarana rejîma berê ya Iraqê ya li dijî Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî de hezar silav li giyanê hemû şehîdên Kurdistanê û bi taybet şehîdên vê hêrişê.” 

Di 16ê Avrêla 1987an de herêmên Balîsan, Şêx Wesanan û Xoşnawetî ji aliyê rejîma Baas ya têkçûyî ve rastî hêrişên hovane yên bi çekên kîmyewî hatibûn û bi hezaran Kurd hatibûn qetilkirin û birîndarkirin.