Yekîtiya Ewropayê dema erka nûnertiyên xwe yên Hewlêr û Bexdayê dirêj kir

Yekîtiya Ewropayê dema erka nûnertiyên xwe yên Hewlêr û Bexdayê dirêj kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) dema erka nûnertiyên xwe yên li Hewlêr û Bexdayê heta sala 2026an dirêj kir.

Konseya YEyê îro 29ê Nîsanê ragihand, dema erka misyona Yekîtiya Ewropayê ya li paytexta Iraq Bexdayê û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi budçeya 66 milyon euroyan ji bo heta 30yê Nîsana 2026an hatiye dirêjkirin.

Herwiha misyona li Bexdayê jî di çarçoveya pêkanîna reformên ewlekariyê û sektora sivîl de hate revîzekirin.

Biryar piştî lêhûrbûna li ser Komîteya Ewlekarîyê û Siyasî ya YEyê hatiye wergirtin. Misyona şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê sala 2017an dest bi kar kiribû û li Bexda û Hewlêrê du nûnertiyên wê hene. Ev cara sêyem e ku dema erka nûnertiyan tê dirêjkirin.