HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike

HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike

PeyamaKurd -  Rêxistina Tehrîr El-Şam (HTŞ) a Cephet El Nûsra ya berê ku piraniya derdora parêzgeha Idlib a Sûriyê kontrol dike, hêzên xwe li Efrînê jî kom dike,

Ajansa North Pressê ragihandiye ku ji êvara roja Şemiyê ve, HTŞê gelek çekdarên li deriyê Xezzawiyê yê navbera Efrîn û Idlibê kom kirine.

Hate zanîn ku sedema şandina wan hêzên çekdar ew e Tirkiye hinek xalên leşkerî yên nû li navçeya Xezzawiyê li nêzîkî Efrînê deyne.

Herwiha çekdarên HTŞê û hêzên artêşa Tirkiyeyê li seranserê hêla sînorî bi hevkarî di amadebaşiyê de ne û gihiştina koçberan a li herêmên sînorî kontrol dikin.

Hêjayî gotinê ye, komên Emşat û Hemzat ên niha ligel HTŞê tevdigerin, ji aliyê Wezareta Xezîneya Amerîkayê ve, bi tawana binpêkirinên dijî mafên mirovan ên li Efrînê ceza li ser wan hatine sepandin.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi hevkarî û alîkariya komên opozîsyona Sûriyê 20ê Kanûna 2018an rastî êrîşê hatibû û 18ê Adarê jî piştî 58 rojan hatibû dagirkirin. Ji roja Efrîn ketiye destê wan koman û artêşa Tirkiyê ve bûyerên wekî kuştin, girtin û talan ên binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin.