Şaredarê navça Bîrecikê ji DEM Partiyê îstîfa kir

Şaredarê navça Bîrecikê ji DEM Partiyê îstîfa kir

PeyamaKurd – Şaredarê navça Bîrecik a bi ser bajarê Rihayê (Urfa) Mehmet Begit ku ji DEM Partiyê bûbû şaredarê navçê, ji ber hinek sedeman ji partiya xwe îstîfa kir. Kesên ji DEM Pariyê îstîfa kirin; bi şaredar Mehmet Begit re endamên meclisa bajêr Mahmut Dirier, Sakıp Yaşar, Reşit Çelikhan û Ahmet Arar jî hene.

Begit, îstîfa xwe ya ji partiyê di rêya çapemeniyê de ragihand. Begit got ku xwestine şaredarî ji derve de bê îdarekirin û weha dewam kiriye:

“Ji bo desteka we ku we di 31 Adar a 2024an de da min, mala we ava be. Em bi ferqekî mezin li navçê biserketin. Xelk baweriya xwe bi me anî. Me jî bi wê baweriyê dest bi karê xwe kir. Ez ê hinek tiştan bêjim lê ti têkiliya gotinên min bi endamên DEM Partiyê re tine.

Piştî hilbijartinê, bi taybetî grûbekî xwest mudaxele bi posterên Ataturk, ala Tirkiyê û posterê serokkomar bikin û me jî qebûl nekir. Piştî hilbijaretinê, zorê dan ser me ku me ji derve de îdare bikin. Ez namzedim da bi xelkê Bîrecîkê re navçê birêve bibim. Min biryara xwe daye. Ti îradeyekî di ser îrada xelkê de nîne.

Ji ber sedemên ku min got, ez û 4 endamên meclisa me, em ji DEM Partiyê îstîfa dikin. Ez û hevalên xwe yên encumen, em ê bi hev re şaredariyê serbixwe dewam bikin. Em di bin fermana xelkê Bîrecîkê de ne.”