Serokê Herêmê: Gelê Kurd li dijî hovanetirîn hêrişan serî netewand

Serokê Herêmê: Gelê Kurd li dijî hovanetirîn hêrişan serî netewand

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji boneya 37emîn salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê got ku "Gelê Kurd li dijî hovanetirîn hêrişan de jî serê xwe netewandiye" û dom kir: "Nemirî ji bo giyanê pak ê şehîdan û silav li kesûkar û malbatên wan ên serbilind."

Serokê Herêma Kurdistanê, di peyama xwe ya bîranîna qurbaniyên kiryara hovane ya rejîma têkçûyî ya Baasê de destnîşan kir ku xelkê deverên Balîsan, Şêx Wesanan û Xoşnawetiyê hêjayî xizmetên herî baş in.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Nemirî ji bo giyanê pak ê şehîdan û silav li kesûkar û malbatên wan ên serbilind û hemû qurbanî û lêqewimiyên tawanên rejîma berê ya Iraqê bin. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Destpêka tawana kîmyabarankirina li ser gel û axa Kurdistanê di dîroka tawanbarên wê rejîmê de bû rûpelekî reş û nîşana zilma li ser gelê Kurdistanê. Xelkê Balîsan, Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê yê camêr û welatparêz jî wekî hemû gelê Kurdistanê ji ber kîmyabaran û jehrîkirina ax, av û asmanê xwe serê xwe netewand.

Wî xelkî jî li dijî zilm û zordariyê li ber xwe da û têkoşîna xwe ya li dijî sitem û diktatoriyê domand. Ji ber vê yekê ew hêjayî xizmeta herî baş in. Silav li hemû dilsozên ku dema kîmyabaranê alîkariya qurbaniyan kir û ji bo dermankirina birîndar û lêqewimiyan canê xwe xist metirsiyê. Bila rihê şehîdan şad be û bîranîna wan her tim bi xêr be.”

 

 

Rejîma Sedam Husên sala 1987an gundên Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê kîmyabaran kirin.

Di vê kîmyabaranê de herî kêm 200 kesî canê xwe ji dest da.

Gelek kesên ku ji vê êrişê sax filitîne jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin bi başî bijîn.