Nasnama 2 kesên HPGê ku li Zapê can dabûn hat ragihandin

Nasnama 2 kesên HPGê ku li Zapê can dabûn hat ragihandin

PeyamaKurd – HPGê nasnama 2 kesên endamên xwe ku di meha Adarê de li Zapê jiyana xwe ji dest dabûn bi nivîskî ragihand. Di daxwuyaniyê da hat gotin her dû endamên HPGê li devera Zapê can dane.

Navê yekî ji wan Berîtan Şemsê ye ku ji Batmanê ye û navê wê yê eslî Zeynep Yakut e. Yê dinê bi navê kod Garzan Tolhildan ku navê wî yê eslî Garzan Şêx e.

Zeynep Yakut di sala 2014an de û Garzan Şêx di sala 2017an de tevlî rêxistinê bûne.