"Ji bo henartina nefta Kurdistan wê DYA zextan li Sûdanî bike"

"Ji bo henartina nefta Kurdistan wê DYA zextan li Sûdanî bike"

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku tê çaverêkirin rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di civînên xwe yên ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî yên ku di serdana Sûdanî ya Washingtonê de wê bêne kirin de, wê ji bo ji nû ve henartina nefta Kurdistanê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê zextan li Sûdanî bikin.

Piştî ku Dadgeha Hakemtiya Navneteweyî ya Parîsê di Adara 2023yan de giliya Bexdayê ya li dijî Enqereyê qebûl kir û Bexdayê mafdar dît, henartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê berew Tirkiyeyê ve rawestiyabû.

Rêvebirê Kompanyaya Qamar Energy yê Dubaiyê Robin Mills ji Rûdawê re axivî û got, “Ez difikirim ku DYA wê di hevdîtinan de teqez vê mijarê bîne rojevê. Ji bo ji nû ve destpêkirina henartina neftê û piştgiriya Herêma Kurdistanê, ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve gelek guvaşên siyasî hene."

Sûdanî çû Washingtonê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di çarçoveya serdana fermî de roja şemiyê çûbû Washingtonê. Tê payîn ku Sûdanî îro bi Serokê DYAyê Joe Biden û Wezîrê Derve Antony Blinken re hevdîtinan bike.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hilberînerên neftê yên ji Qesra Spî xwestine ku rêveberên DYAyê zextê li Sûdanê bikin ku ji nû ve henartina neftê dest pê bike û hevdîtina bi Biden re ji bo nîqaşkirina henardekirinê weke "fersendeke gring" bi nav kirine.

Ji ber nakokiyên lêçûnên hilberînê, di navbera hilberînerên neftê û hikûmeta Iraqê de alozî hene û nefta Kurdistanê hê jî nakeve bazara cîhanê.