Ji bo çawîşê tacîz li jinekê kiribû biryar hate dayîn
PeyamaKurd- Li Şirnexê çawîşê pispor ê ku jinek tacîz kiribû û rastî lêdana xelkê deverê hatibû ji kar hat dûrxistin.
Çawîşê pispor ê bi navê Z.Ç. 12ê Nîsanê li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê dema serxweş bû, jinek tacîz kiribû xelkê derdorê jî ji bo ku midaxeleyî tacîzê bike, li çawîşê pispor dabû.
Polîs û tîmên tenduristiyê yên ku çûbûn cihê bûyerê çawîşê pispor biribûn nexweşxaneyê û piştre jî Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê lêpirsîn dabû destpêkirin.
Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de Çawîşê Pispor Z.Ç. hate desteserkirin û piştre jî ji kar hat dûrxistin. Herwiha hatiye diyarkirin ku 4 kesên hatibûn binçavkirin, karûbarê îfadewergirtina wan li birêveberiya ewlehiyê dewam dike.
Baroya Şirnexê jî ragihand ku Z.Ç. ji kar hatiye dûrxistin û derbarê wî de biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Baroyê da zçanîn, ew dê vê bûyerê bişopînin û bang li welatiyan kir ku ji ber vê bûyerê bi aqlê selîm tevbigerin.