Di êrîşa Kor Morê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn!

Di êrîşa Kor Morê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn!

PeyamaKurd – Qeymeqamê Çeçemal Remek Remezan ragihand ku di êrîşa li ser qada xaza Kor Morê de 3 xebatkarên biyanî jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Çeçemal a Silêmaniyê saet di 18.45an de li dijî qada xaza Kor Mor a Silêmaniyê bi balafirên keşfê êrîşek bi balafirên bê mirov pêk hat.

Remek Remezan da zanîn ku di êrîşê de 2 xebatkarên biyanî jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne ku yek ji wan giran e. Yek ji birîndarên giran tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin. Dermankirina 3 birîndarên din jî dewam dike.

2 hezar û 500 megawatt elektrîkê qut kir

Ji aliyê Wezareta Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ve derbarê kêlgeha xaza Kor Mor de daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, elektrîka Herêma Kurdistanê piştî êrîşê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.

Çavkaniyek ji Dana Gazê ragihand ku ziyanên canî û madî çêbûne. Lêbelê, wî hûrgulî neda.