Zêdetirî 200 milyon dolarê YNKê li Îmaratê hate bloke kirin: Ew pereyê çi bû?

Zêdetirî 200 milyon dolarê YNKê li Îmaratê hate bloke kirin: Ew pereyê çi bû?

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çend rojên borî de, piştî biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê zêdetirî 200 milyon dolarê li ser hesabê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Îmaratê hate blokekirin.

Li ser wî pereyê hatiye blokekirin gengeşiyê dest pê kiriye û tê gotin, ew pereyê ji dahata gumrikê ya Silêmaniyê ye ku pêwîst bû ew pere radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê bihata kirin.

Hate zanîn ku pere li ser navekî kesekî nêzî Serokê YNKê Bafil Talebanî bûye û hatiye blokekirin ku dibe ji 200 milyon dolaran gelekî zêdetir be jî.

Çalakvanekî siyasî bi navê Şahîn Sidîq ku ji nav YNKê agahdar e, ji BasNewsê re gotiye, pere li ser navê kesekî nêzîkî serokê YNKê bû û ew pereyê dahata Silêmaniyê û gumrik û fermangehên hikûmetê, li şûna ji bo xezîneya giştî ya Herêma Kurdistanê bê vegerandin, ji aliyê berpirsên yekem ên YNKê ve hatiye dizîn û niha li Îmaratê hatiye bloke kirin.

Li gorî zanyariyan, niha berpirsên payebilind ên YNKê xwe nêzîkî Amerîkayê dikin daku pereyê hatiye blokekirin rizgar bikin.

Herwiha tê gotin, dibe çend milyar dolarê din ji aliyê YNKê ve ji dahata Silêmaniyê hatibe dizîn û ji derve re hatibe şandin ku hîn eşkere nebûye.