Erebên hawirde cardin hewla dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd dan

Erebên hawirde cardin hewla dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd dan

PeyamaKurd – Erebên hawirde yên li Kerkûkê hatine bicihkirin, careke din hewl dan dest deynin ser erd û malên cotkarên Kurd ên li Pelkaneyê.

Bi armanca dagîrkirina zeviyên cotkarên Kurd û destdanîna ser malên Kurdan, hejmarek Erebên hawirde îro li gundê Pelkane navçeya Sergeran a Kerkûkê kon vedan û dixwazin rêya sereke bigirin.

Nûnerê cotkarên Sergeranê Mihemed Îsmaîl ragihand, tiştê ku erebên hawirde dikin, destdirêjî û şerfirotin e û armanca wan berdewamkirina proseya erebkkirinê, dagirkerî û zêdekirina fişaran li ser cotkarên Kurd e.

Piştî ku artêşa Iraqê bi zextên erebên hawirde dirûna dexlûdanê cotkarên Kurd ên gundên navçeyên Sergaran û Pirdê yên Kerkûkê qedexe erebên deverê cardin ketine hewla dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nihiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beas ku sala 1987an di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, Kurd ji gundên wê nehiyê hatibûn derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîbûn û li wir bicih kiribûn. Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an jî careke din hewl didin zeviyên kurdan bidin ereban hawirde.