Di meha Adarê de li bajarê Ardahanê berfê erdê sipî kir

Di meha Adarê de li bajarê Ardahanê berfê erdê sipî kir

PeyamaKurd – Bi serê sibê re, li bajarê Ardaxanê baran bariya û li ciyên bilind jî berf bariya. Berf xwe berda nava bajêr û ji ber xelk tedbîrên xwe nedîbûn, şaş man bê çi  bikin. Germahiya hewayê jî gelek daket û herwekî ji nûh de zivistan hatibe.

Ji ber ku ajotvan tedbîrên xwe nedîbûn, karibûn bi zahmetî seyyareyên xwe bajon. Hat ragihandin ku wê heya çend rojan jî hewa weha dewam bike û lig elek deverên bajêr wê germahiya hewayê nêzî sifrê bibe.