Civîna Biden û Sûdanî: APIKUR hewl dide nefta Kurdistanê biherike bazarê

Civîna Biden û Sûdanî: APIKUR hewl dide nefta Kurdistanê biherike bazarê

PeyamaKurd - Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li gel şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên Iraqê serdana Washingtonê kir, Yekîtiya Pîşesaziyê ya Nefta Kurdistanê (APIKUR) ragihand ku ew ê ji bo destpêkirina henartina nefta Kurdistanê bi Hewlêr û Bexdayê re danûstandinan bikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh piştî civîna bi Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken re, li Koşka Spî bi Serokê DYAyê Joe Biden re jî civiya.

Jêderên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê ragihandin ku yek ji mijarên ku hevdîtina Sûdanî û Biden de hatine rojevê jî henartina nefta Kurdistanê bûye.

Serokê DYA Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Sûdanî diyar kirin ku divê henartina bi rêya Bendera Ceyhanê ya nefta Kurdistanê ji nû ve destpê bike.

APIKURa ku ji 8 kompaniyên hilberîna neftê pêk tê, ji ber hewldana henartina nefta Kurdistanê spasiya Biden û Sûdanî kir.

APIKURê diyar kir ku ew amadene ji bo destpêkirina henartina nefta Kurdistanê bi Hewlêr û Bexdayê re danûstandinan pêk bînin.

Li hêla din, Berdevkê APIKURê Myles Caggins da zanîn ku kompaniyên endamên APIKURê yên Herêma Kurdistanê jî ji bo destpêkirina henartina nefta Kurdistanê di nav hewldanan de ne.