2 milyon kes seredana bajarê Mêrdînê kir

2 milyon kes seredana bajarê Mêrdînê kir

PeyamaKurd – Bajarê Kurdistanê Mêrdîn di sala borî de ji 2 milyonî zêdetir kes seredana wê kirine. Bajarê Mêrdînê bajarekî dîrokiye û gelek zayretvan diçin seredana Mêrdînê.

Nav bajarê Mêrdînê bi xwe dîrokiye û dema mirov di nav bajar de digere, gelek dêr, muze, mizgefet û gelek xaniyên kevin di nav de hene.

Ji bilî berhemên nav bajêr, di derveyê bajêr de Dara heye, li Midyadê gelek berhemên bi heman rengî weka Mêrdînê tê de hene.

Li gor ziyaretvanên Mêrdînê, bi sedî otêl, motel û xaniyên hewandinê hene ku geştiyar li wan bimînin.