Li Weysel Qeranî namzedên muxtariyê pev çûn: 8 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Sêrtê bajaroka Weysel Qeranî ya navçeya Hawêlê namzedên muxtariyê yên bo hilbijartinên 31ê Adarê, pev çûn.
Hate ragihandin ku du kom ji ber hilbijartinên muxtariyê pev çûne û çek jî hatine bikaranîn.
Dema pevçûnê polîsek jî di nav de 8 kes birîndar bûne ku bo nexweşxaneyên cuda yên Sêrtê hatine veguhestin. Piştî bûyerê 5 kes hatin desteserkirin.
Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya li bajarokê Weysel Qeraniyê ragihand ku lêpirsîn hatiye destpêkirin û tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê piştî bûyerê hatine wergirtin.