Nêçîrvan Barzanî li Koşka Serokomariya Iraqê bi Letîf Reşîd re civiya

Nêçîrvan Barzanî li Koşka Serokomariya Iraqê bi Letîf Reşîd re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, îro Yekşemê li Koşka Serokomariya Iraqê ji aliyê Serokomar Letîf Reşîd ve hate pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî, îro 28ê Nîsanê li Koşka Selama ya Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd civiya.

Barzanî doh jî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû mijarên girêdayî Iraq û Herêma Kurdistanê hatibûn gotûbêjkirin ku di nav wan de mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrolê û êrîşa li Qada Gazê ya Kormorê hebûn.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû ku mijara sereke ya civînê hilbijartina Serokê parlamentoya Iraqê bû ku para Erebên Sune ye.

Tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi piraniya berpirsên siyasî û leşkerî yên Şîe û Sune re hevdîtinan pêk bîne.

Herwiha wê Serokê Herêma Kurdistanê dê îro bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayiq Zêdan û çend berpirsên din ên Iraqê re jî hevdîtinan bike.