HSD: DAIŞîyek hat kuştin 3 jî hatin girtin

HSD: DAIŞîyek hat kuştin 3 jî hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrazorê di encama operasyona li dijî şaneyên DAIŞê de, DAIŞîyek hatiye kuştin û 3 jî hatine desteserkirin.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, “Hêzên me û Yekîneyên Taybet yên li dij Terorê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî, li gundewarên bakurê Dêra Zorê rêze operasyon pêk anîn. Di operasyona yekem de çeteyê bi navê “Xalid El-Xelîfe El-Suhêl” hate girtin. Di operasyona duyemîn de jî çeteyên bi navê Feysel Mihemed Mubarek hatin girtin.”

Hate diyarkirin,  roja Pêncşema borî, du çekdarên DAIŞê sivîlê bi navê “Hesen El-Hisên El-Selame” dişopand û dema ji mala xwe ber bi gundê “El-Curdî” yê “Hecîn” ve diçû çekdaran ew kirin hedef, lê hêzên HSDê rê li ber wan girtin. Di encamê de çekdarek hate kuştin û yên din jî bi birîndarî hate girtin.

Herwiha HSDê daye xuyakirin, çekdarên hatine girtin, di salên borî de tevlî DAIŞê bûne û piştî têkbirina DAIŞê derbasî Tirkiyê bûne. Hate gotin ku ew kes di van demên dawî de careke din ji bo kiriyarên terorî vegeriyabûn herêmê.