DYA şewitandina ofîsên PDK-Sê li Qamişlo şermezar dike

DYA şewitandina ofîsên PDK-Sê li Qamişlo şermezar dike

PeyamaKurd – Di dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şewitandina ofîsên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) şermezar kir, daxwaza rawestandina êrîşên li ser baregehên partiyên siyasî li Rojava û Bakurê Sûriyê kir.

Di daxuyaniya îro 25.04.2024ê de li ser tora civakî ya Xê ya Balyozxaneya DYAyê li Sûriyê, şewitandina ofîsên PDK-S li bajarê Qamişlo hat şermezarkirin.

"Divê êrîşên li dijî dezgeh û partiyên siyasî yên li Bakurê Sûriyeyê bên rawestandin û berpirsyar bên dîtin." Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku ji bo bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê yên bê tundiyê, li ser gotûbêjeke watedar tevbigerin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya DYAyê (Pentagon) Patrick Ryder bersiva pirsa K24ê daye û gotiye: “Sûriye ji sala 2011ê ve rastî kêşeyên dijwar hatiye. Hin komên li Sûriyê jî herêmên xwe ji bo têkbirina aramiyê, kuştin û wêrankirinê bikar tînin.”

“Di dema ku karê me di hevpeymaniya navdewletî de ji bo têkbirina DAIŞê bi temamî berdewam e, em bi hevkarên xwe yên li Iraq û Tirkiyê re jî dişêwirin.” Berdevkê Pentagonê Ryder diyar kir ku herêmên bê kontrol li Sûriyeyê metirsîdar in.

Endamên PYDê di 24ê Nîsana 2024an de êrîşî ofîsên PDK-S û PYDKê li Qamişlo kirin û hewl dan avahiyan bişewitînin.