Li navça Îslahiyê di qezayê de 9 kes mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Entabê li navça Îslahiyê tankêra betonê derbasî rêya dinê bû û li mînîbusekî xist. Di qezayê de 9 kes mirin, dermankirina birîndaran dewam dike û ji miriyan 4 jê xwendevanin.
Di qezayê de 11 kes birîndar bûn. Ji wan 2 kes ji nexweşxanê derketin û dermankirina 9 kesên din yên birîndar dewam dike.