Nêçîrvan Barzanî û Ebdullahyan têkiliyên Kurdistan, Iraq û Îranê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Ebdullahyan têkiliyên Kurdistan, Iraq û Îranê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de, bi Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahyan re civiya.

Di hevdîtina Barzanî, Ebdullahyan û şandên herdu aliyan de, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re hatin axaftin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Piştî nîvroya îro (Duşem, 06.05.2024) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re li Tehranê di civînekê de bi Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan re danûstandin li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re dikin”.

Hate diyarkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamkirina pêwendiyan ji bo her du welatan kir û behsa derfetên zêdekirina livîn û lihevguhertinên bazirganî û çalakiyên aborî û kar û projeyên kertê taybet ê Îranî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Di beşeke din a civînê de, her du aliyan bal kişand ser rewşa siyasî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî yên deverê û tekezî li ser parastina îstiqrarê kirin.