Dezgeha Îtalî û hikumeta Kurdistanê projeya hevpar a tenduristiyê îmze kirin

Dezgeha Îtalî û hikumeta Kurdistanê projeya hevpar a tenduristiyê îmze kirin

PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo li Herêma Kurdistanê çend projeyên tenduristiyê pêk bînin peyman îmze kirin

Hate ragihandin ku ev proje bi piştgiriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Dezgeha Alîkariyê ya Îtalyayê, di nav herdu aliyan de hatiye îmzekirin.

Di derbarê mijarê de Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Michele Camerota îro di civîneke çapemeniyê de ragihand ku “ji bo projeya tendurustiyê wan û hikûmeta herêmê li hev kirine û ev proje ji aliyê wan ve jî hatiye îmzakirin.

Camerota destnîşan kir ku Dezgeha Alîkariyê ya Îtalyayê wê xerciyên vê projeyê dabîn bike.

Michele Camerota got: “Ez dixwazim spasiya Nûsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikim ku rasterast piştevaniya vê pirojeyê kiriye û ev jî gringiyê dide pêşkeftin û serxistina vê pirojeyê.”

Di civîna çapemeniyê de her wiha Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî ragihand ku ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê sûdê ji xizmetên warê tendurustiyê werbigirin, bi saya vê projeyê wan yadaştnameyên herî gring pêşkêşî welatiyan kirine.