Colemêrg: Berxwedana gundê Marînûsê a li dijî madengeriyê mezintir bû

Colemêrg: Berxwedana gundê Marînûsê a li dijî madengeriyê mezintir bû

PeyamaKurd - Li gundê Marînûsê yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, xwepêşandana xelkê ya li dijî madenê di roja çaremîn de bi piştgiriya welatiyên ji bajarên din ên derdora Colemêrgê, di roja 4emîn de berdewam dike.

Li gundê Marînûsê yê Colemêrgê ji sala 2007an ve ji aliyê Kompanya Madenê ya Sedex Resourcesê ve xebata vekirina madenan têne kirin.

Gundiyên li herêmê ji ber ku xebatên madenê ziyanê dide xwezaya herêmê di 22yê Avrêlê de dest bi çalakiyên protestokirinê kirin û ber bi deverên ku lêgerîna madenan tê kirin ve meşiyan.

Piştî ku agahiya çalakiya protestoyî di raya giştî de belav bû, xwepêşandana gundiyan jî roj bi roj mezintir bû û welatiyên ji navçe û bajarên derdorê jî hatin û piştgiriyê dane vê çalakiyê.

Xwepêşandan di roja çaran de li ser Pira Şîn a li ser rêya Çelê berdewam kir.

Welatiyan bi berpirsên Parêzgariya Colemêrgê û yên kompaniyê re hevdîtin pêk anîn, lê belê ti encam ji hevdîtinan derneket.

Hêzên ewlehiyê jî li herêma ku xwepêşandana welatiyan berdewam dike bergiriyên ewlehiyê tundtir kirine.

Gundiyên herêmê dixwazin xebatên madenê rawestin û ziyana ku gihiştiye xwezayê bê qerebûkirin.