Serokwezîrê Herêma Kurdistanê heyeta Norweçê qebûl kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê heyeta Norweçê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi heyetekî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Norweçê re hevdîtin kir ku di bin serpereştiya serokê operasyonên navdewletî Geir Fjeld de seredana serokwezîr Mesrûr Barzanî kirin. Barzanî ji bo xebatên wan sipasiya wan kir.

Di hevdîtinê de behsa koordinasyona navbera her dû terefan, pêşdebirina hevkariyê û li ser rewşa mirovî ya Herêma Kurdistanê dan û sitendinan kirin.

Serokê operasyonên navdewletî Geir Fjeld ragihand ku wê dewam bikin alîkariya tibbî û mirovî bişînin Herêma Kurdistanê û sipasiya hukumeta Herêma Kurdistanê kir ku li Kurdistanê koçberan dihewînin û pêdiviyên wan temîn dikin.

Serokwezîr Barzanî hem weka serokê weqfa xêrxwaziya Barzanî hewl û xebatên rêxistinê ku bi weqfê re dixebite bilind nirxand û sipasiya heteya Norwecê kir.