Xelata Rûmetê ya Hirça Zêrîn didin Scorsese

Xelata Rûmetê ya Hirça Zêrîn didin Scorsese

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) ku wê di navbera 15-25ê Sibata 2024an de li Almanyayê bê lidarxistin, "Xelata Rûmetê ya Hirça Zêrîn" ji derhênerê Amerîkî Martin Scorsese re bê dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Berlînalê ve hat dayîn de, Scorsese yê 81 salî ji ber xebatên xwe yên heta hetayê wê "Xelata Rûmetê ya Hirça Zêrîn" bistîne. Hat diyarkirin ku di çarçoveya mîhrîcanê de wê di 20ê Sibata 2024an de merasîma xelatdayînê were lidarxistin.

Xwediyê Oscarê Scorsese di nav derhênerên herî navdar ên cîhanê de ye.

Scorsese ku derhêneriya fîlmên wekî "Taxi Driver", "Shutter Island" û "Gangs of New York" kir, di sala 2007 de bi fîlmê xwe "Departed" xelata Oscarê sitend.