Li Mêrdînê 1. Pêşengeha Pirtûkan tê lidarxistin

Li Mêrdînê 1. Pêşengeha Pirtûkan tê lidarxistin

PeyamaKurd – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ragihand ku wê 19ê Sibatê Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Mêrdînê bê lidarxistin.

Şaredariyê ragihandiye ku dê 70 weşanxane û gelek nivîskar, şair, rojnamevan, derunînas û pêşkeşvan beşdariyê di 1.Pêşengeha Pirtûkan a Mêrdînê de bikin.

Di daxuyaniya şaredariyê de hatiye diyarkirin ku dê pêşengeh 19ê Sibatê li qada fûarê ya Mêrdînê deriyê xwe veke û heta 28ê Sibatê berdewam bike. Yên bixwazin dikarin di rojên diyarkirî de, di navbera demjimêrên 09.00-20.00 de serdana pêşengehê bikin.