Li Pêşengeha Mêrdînê nebûna Kurdî bû sedema nerazîbûnan

Li Pêşengeha Mêrdînê nebûna Kurdî bû sedema nerazîbûnan
PeyamaKurd - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Parêzgariya Mêrdînê,  Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan a Mêrdînê 19ê Sibatê li dar xist ku heta 28ê mehê dewam dike. Di pêşengehê de nebûna weşanxane û bernameyên Kurdî bû sedema nerazîbûnan.

Rastî nerazîbûnan hat

Di pêşengehê de bo weşanxane û bernameyên Kurdî cih nehat dayîn û alîyên pêwendîdar jî nehatin agahdarkirin. Weşanxaneyên Kurd û saziyên sivîl li dijî vê helwesta şaredarî û parêzgariya Mêrdînê derketin. Herwiha li ser medya civakî jî gelek kesan bertek ji vê helwestê re nîşan da.

Komîsyona Mafên Ziman û Çandê ya Baroya Mêrdînê, bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, di bernameya pêşangehê de navê ti nivîskarên ku bi Kurdî, Erebî û Sûryanî berhemên xwe dinivîsin tune ye.

Navê ti pirtûkên Kurdî nîn e

Komîsyonê ev helwest wekî cudakarî nirxand û diyar kir: “Bajarê me, di dîrokê de jî mazûvaniya cihêrengiyeke çandî ya dewlemend kiriye. Ev dewlemendî, kevneşopiya ziman û çandên cuda yên ku bi hev re dijîn û bi hev re dimeşin pêk tîne.

Lewra di pêşangeha ku Parêzgarî û Şaredariya Bajrê Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibe, navê ti pirtûkên Kurdî, Erebî û Sûryanî nîne. Herwiha navê ti nivîskarên bi Kurdî, Erebî û Sûriyanî dinivîsin jî nîne.”