Hingivê şane yê Kurdistanê bû yekem

Hingivê şane yê Kurdistanê bû yekem

PeyamaKurd – Di 16emîn a Kongreya Navdewletî ya Komeleya Mêşvanên Asyayê de, mêşvanê Kurd ê niştecihê Hewlêrê yê bi navê Ferheng Husên Bekir di hingivê şaneyê de pileya yekem li ser asta welatên Asya û Erebî bi dest xist.

Serokê Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê Arif Şêrwanî eşkere kir, di kongreya ku li Erebistana Siûdî hatiye lidarxistin de, hingivê şane yê Kurdistanê careke din bûye yekem û got, her dem hingivê Kurdistanê bawernameya pileya bilind wergirtiye.

Kongreya Navdewletî ya Komeleya Mêşvanên Asyayê her sal li welatekî tê lidarxistin ku îsal li Erebistana Siûdî hatiye lidarxistin û dê sala bê jî li paytexta Çînê Pekînê were lidarxistin.

Hêjayê gotinê ye, berhemên Herêma Kurdistanê di demên dawî de, li bazarên cîhanê jî têne belavkirin ku herî dawî li ser daxwaza restoranên navdewletî McDonalds, KFC û Hardee’s kartolên Hewlêr û Duhokê bo Îmaratê hatin şandin.

Kabîneya Nehem a Kurdistanê girîngiyeke mezin dide berhemên Kurdistanê û hinardekirina wan bo bazarên cîhanê ku niha bi taybet welatên Kendavê daxwaza wan berhemên wekî sêv, hinar, kartol û hingivê Kurdistanê dikin.