Di 5 rojan de 237.768 kesan serdana Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kir

Di 5 rojan de 237.768 kesan serdana Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kir

PeyamaKurd – Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê (DTSO) ve piştî çar salên navberê 16ê Kanûnê ji nû ve hate vekirin, heta 24ê vê mehê dewam dike.

Di Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamya ya Amedê de ku bi dehan weşanxaneyên Kurd beşdariyê dikin de, gelek bername û çalakiyên weşanxane û nivîskarên Kurd jî birêve diçin.

Di 5 rojên pêşî yên pêşengeha ku rastî eleqeyeke mezin tê de, 237 hezar û 768 kesan serdana fûarê kiriye ku tê çaverêkirin heta 24ê Kanûnê hejmara hezkirên pirtûkan ên serdana pêşengehê dikin nîv milyon kesan derbas bike.

 Pêşengeha Pirtûkan a Amedê herî dawî di sala 2019an de, hatibû lidarxistin û bi giştî 175 hezar 714 kes serdana wê kiribû.

Piraniya wan Weşanxaneyên Kurdî bi giştî 120 weşanxane û 350 nivîskar bi bername û çalakiyên xwe yên îmze, panel û gotubêjan beşdarî dikin.