10. Festîvala Navdewletî ya Duhokê dest pê kir: 116 fîlm têne pêşandan, 35 fîlm dikevin pêşbirkê

10. Festîvala Navdewletî ya Duhokê dest pê kir: 116 fîlm têne pêşandan, 35 fîlm dikevin pêşbirkê

PeyamaKurd – 10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê kir û Fîlmê Sahîm Omer Xelîfe “Messiyê Bexdayê” wek yekemîn fîlm hat pêşandan.

Di 10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de, wê ji gelek welatan 116 fîlm bên pêşandan û ji bo xelatan bikevin pêşbirkê. Festîval bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin û ji 9ê Kanûnê heta 16ê Kanînê dewam dike.

Yekem fîlmê fîlmê ku hate pêşandan “Messiyê Bexdayê”, berhemeke hevbeş a Belçîka, Holanda û Herêma Kurdistanê ye. Fîlm bi amadebûna derhêner û hejmarek lîstikvanan li salona kongreya zanîngeha Duhokê û Sînemaya Duhok Mall hate pêşandan.

Rêvebirê Bername û Plansaziya Beşa Sînemaya Kurdî ya 10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Rewand Zeyd eşkere kir: “Îsal heft fîlm ji bo pişka pêşbirka belgefîlman a festîvalê hatine hilbijartin û dê ji bo wergirtina xelata baştirîn belgefîlm, hevrikiyê bikin.”

Di festîvalê de di beşa kurtefîlman de 12 fîlm hatine hilbijartin û dê ji bo wergirtina du xelatan hevrikiyê bikin. Di beşa fîlmên dirêj de, 7 fîlm hatin hilbijartin û dê ji bo heft xelatên cuda hevrikiyê bikin. Herwiha di festîvala îsal de, 9 fîlm jî ji bo beşa Pêşbirka Sînemaya Cîhanî hatine hilbijartin.