Wezîr Guler: Bi Iraqê re biryara avakirina navendeke hevpar a operasyonê hat girtin

Wezîr Guler: Bi Iraqê re biryara avakirina navendeke hevpar a operasyonê hat girtin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Netewî ya Tirkiyê Yaşar Guler diyar kir ku biryara avakirina navendeke hevbeş a operasyonan bi Iraqê re hatiye stendin û derbarê vê mijarê de wê lêkolîn bên kirin.

Guler, di Resepsiyona 23ê Nîsanê ya li TBMMê de, têkildarî Civîna Tedbîrên Baweriyê ya Tirkiye-Yûnanîstanê ku li Atînaya paytexta Yûnanîstanê pêk hat, bersiv da pirsên çapemeniyê û got, “Dema ku heyet vegere em ê hîn bibin, lê erênî ye. Bi îradeya hevpar tê kirin."

Guler li ser rewşa pêvajoya kirîna balafirên şer ên F-16 ji DYAyê jî wiha got: "Em dipeyivin. Di demek nêzîk de hûn ê bizanibin em li ser her tiştî li ku ne. Em dixebitin."

Wezîr Guler li ser pirsa avakirina navendeke hevpar a operasyonê ya bi Iraqê re wiha bersiv da:

"Em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê bi wan re bi hev re kar bikin da ku em bibînin ka em dikarin çi bikin. Piştî vê yekê wê erkên navenda operasyonên hevbeş diyar bibin. Niha her du partiyan tenê biryarek hevbeş li ser avakirina wê girtine."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 22ê Nîsanê de çûbû Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê kiribû. Wezîr Guler jî di nava heyeta ku di serdanê de bi Erdogan re bû.

Di çarçoveya serdanê de gelek mijarên têkiliyên dualî bi taybetî aborî û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.