Piştî hêrişa Hamasê ya mûşekî Îsraîlê deriyê sînorê Kerem Şalomê girt

Piştî hêrişa Hamasê ya mûşekî Îsraîlê deriyê sînorê Kerem Şalomê girt

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî Hemasê bi mûşekan hêrişî hêzên Îsraîlê kir, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan deriyê sînorê Kerem Şalomê yê ku alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê bi ser wî de tê kirin girtiye.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, di hêrişa Hemasê de herî kêm 10 kes birîndar bûne û birîna hin ji birîndaran giran e.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji aliyê Hemasê ve, ji herêmeke nêzîkî deriyê Refahê yê başûrê Xezeyê ku bi qasî 3,6 km dûrî Kerem Şalomê ye 10 mûşek hatine avêtin.

Li gorî artêşê, ev mûşek ji herêmeke ku bi qasî 350 metre dûrî wargeheke sivîlan e hatine avêtin.

Artêşê diyar kir ku piştî hêrişê, frokeyên şer ên Îsraîlê hêrişeke asmanî li dijî rampa ku mûşek jê hatine avêtin û avahiyeke din a leşkerî ya li wê derdorê pêk anîne.

Dergehê Sînor yê Kerem Şalom yek ji kêm rêyên ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî ya ji bo Xezzeyê tê bikaranîn.

Hêrişa mûşekî ya Hamasê di demeke ku li Misirê danûstandinên agirbestê û serbestberdana dîl û girtiyan bi rê ve diçû pêk hat.

Îsraîlê îro di derbarê danûstandinan de ragihandibû ku ew daxwazên Hamasê yên ji bo dawîlêhanîna şerê Xezzeyê qebûl nakin.