Hakan Fidan: Eger çareser nebe wê şerê li Xezzeyê ne yê dawî be

Hakan Fidan: Eger çareser nebe wê şerê li Xezzeyê ne yê dawî be

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, di derbarê şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê de got: "Ev şer wê ne yê dawî be."

Hakan Fidan hêrişên Îsraîlê yên li dijî Hemasê yên li Xezzeyê wek "trajedî" pênase kir û got: "Eger em ji trajediya li Xezeyê dersan wernegirin û ji bo çareseriya du dewletî tevnegerin, ev şer wê ne yê dawî be û wê şer û rijandina hêstirên din jî li benda me bin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Fidan her wiha anî ziman ku divê ew Îsraîlê ji bo vegera li sînorên 1967an vexwînin û got: "Ne tenê Hamas, hemû Filistînî jî qebûl dikin ku divê dewleta Filistînê li ser esasê 1967an bê avakirin. Divê Îsraîl ve yekê qebûl bike."