Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte seredana Tirkiyê dike

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte seredana Tirkiyê dike. Rutte ji bo sekreteriya giştî ya NATOyê namzede û di nav namzedan de yê herî xwurt e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di 26ê Nîsanê de an ku îro wê serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte li Îstenbolê li Qesra Dolmabahçe de qebûl bike.

Di rojevê de hilbijartina sekreteriya NATO heye û di 31 Adarê de Rutte bi telefonê li Erdoğan geriyabû û jê destekê xwestibû. Niha wê rû bi rû desteka wî bixwaze.

Wextê sekreterê niha yê Stoltenberg di 1ê Cotmehê de diqede û wê di nav 32 dewletan de hilbijartina ji bo sekreteriya giştî çêbibe.

Di seredana Rutte de, wê bi munasebeta sed saliya dostaniya Tirkiyê û Hollandayê, ji bo pêşdebirina têkiliyan wê li ser biaxfin, mijarên din yên herêmî û navdewletî jî hene ku bibin babetên wan yên ser masê. Rewşa hemwelatiyên Tirkiyê yên li Hollandayê mijareka dinê ye ku wê li serê mijûl bibin.