Li Sûdan a Başûr 1,3 milyon koçber dageriyan ser warên xwe

Li Sûdan a Başûr 1,3 milyon koçber dageriyan ser warên xwe

PeyamaKurd – Komiseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Sûdana Başûr di nav 6 salan de 1,3 milyon koçber dageriyane ser cîh û warên xwe. Zêdebûna jimara koçberan yên dageriyane ciyên xwe ji ber li welatên cîran diman û ewlehiya wan welatan di talûkê de ye.

UNHCR her weha ragihand ku koçber bêhtir ji welatê Etiyopyayê û Sûdanê dageriyane ser ciyên xwe ji ber ewlehiya welatên navborî di xeterê de ye.

Li gor rêjeyên NY (UN); li welatên Kenya, Ûganda, Sûdan, Etiyopya, Komara Demokratîk ya Kongo û Komara Orte ya Afrîkayê li dora 2,2 milyon Sûdaniyên Başûr weke koçber dijîn.

Sûdan a Başûr di sala 2011an de serxwebûna xwe ji Sûdanê sitendibû lê di sala 2013an de ji ber derba leşkerî şerê navxweyî dest pêkiribû.