Balafirgeha Brezilyayê di bin ava lehiyê de ma

Balafirgeha Brezilyayê di bin ava lehiyê de ma

PeyamaKurd – Balafirgeha navdewletî ya bi navê Salgado Filho ya li eyaleta Rio Grande do Sulê ya Brezîlyayê bi sedema barana zêde di bin ava lehiyê de ma. Seferên balafiran heya wextekî ne diyar hatin paşde xistin.

Li eyaletê lehî bû sedema mirina 90 kesan û bandorê li 1.4 milyon kesan kir. Lehî her weha li ser çûn û hatina mirovan jî bandora zêde kir.

Li balafirgeha navdewletî ya payîtexta eyaleta Porto Alegre ya bi navê Salgado Filho, temamê balafirên hebûn, di bin avê de man. Ji bo çûn û hata navbera balafiran botên ser avê hatin bikaranîn.

Ji bo rêwiyan hat wesiyekirin ku ji bo seferan bi şîrketên hewayî re bikevin nav têkiliyan.