Özgür Özel: Heya li birêz Erdoğan guhdarî nekim deriyê danûsitendinan jê re nagrim

Özgür Özel: Heya li birêz Erdoğan guhdarî nekim deriyê danûsitendinan jê re nagrim

PeyamaKurd – Serokê CHPê yê muxalefeta Tirkiyê Özgür Özel, li ser munaqeşeyên guhertina destûra Tirkiyê di meclisa Tirkiyê de bi munasebeta pîrozbahiya cejna zarokan ya 23ê Nîsanê di resepsiyonê de got:

“Heya li birêz Erdoğan guhdarî nekim deriyê danûsitendinan jê re nagirim. Ji xetta sor zêdetir divê xetta destpêkê hebe. Berya ziyareta bi Erdoğan re ez ê bi serokê partiyan re hevdîtinên kurt bikim. Min berê jî got, ev ne ziyareta nezaketê ye. Me wê ziyaretê berya cejnê kir. Wê ev ziyaret daxwaza her dû terefan ya xebatê be.

Di rojeva me her duyan de xalên babetan hene. Em ê wê rojevê bişopînin. Dema roja hevdîtina me zelal bibe, wê naveroka wê li gor adetên dewletê, çanda me ya siyasî bibe û piştî muzakereyên pêş, em ê hevdîtinan pêkbînin.”

Özel ragihand ku hilbijêr destekê daye wan ne ji bo ku lîderên siyasî bi hevre neaxifin, wê li hev guhdarî bikin û dengdêr çi wezîfe dabin wan dê wan bikin.