Japonya û Tirkiye peymana krediyê ya bi 60 milyar Yenê Japonyayê îmze kirin

Japonya û Tirkiye peymana krediyê ya bi 60 milyar Yenê Japonyayê îmze kirin

PeyamaKurd – Di navbera Tirkiyê û Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Japonyayê (JICA) de, bi miqdarê 60 milyar Yenê Japonyayê, peymana krediyê îmze kirin ku wê Tirkiye vê kredîiyê ji bo avakirina herêma erdheja 6ê Sibatê de bikarbîne.

Ajansa JICA bi nivîskî ragihand ku do wezareta Xezînê û Maliyê di çarçove ya projeya avakirina ji nûh de bi miqdarê 60 milyar Yenê Japonî peyamana krediyê bi Tirkiyê re îmze kirine.

Peymana krediyê di navbera wezareta darayî û xezînê ya Tirkiyê û balyozê Japonyayê de hatiye îmzekirin.

Di merasima îmzayê de wezîrê xezînê yê Tirkiyê Mehmet Şimşek û balyozê Japonyayê Takahiko Katsumata û serokê JICAyê Akihiko Tanaka hebûn.