DYAyê sizayên nû li ser 4 Îraniyan û 2 saziyên girêdayî Pasdarên Şoreşê sepandin
PeyamaKurd – Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku sizayên nû li ser 4 Îraniyan û 2 saziyên girêdayî Pasdarên Şoreşê sepandiye.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, 3 kes û 2 saziyên girêdayî Fermandariya Elektronîk a Muhafizên Şoreşê û 1 kes jî bi şîrketeke girêdayî Mihafizên Şoreşê ve hatine sizakirin.
Hat diyarkirin ku navên kesên ku siza li wan hatiye birîn Alî Riza Şafie Neseb, Kumeîl Selmanî, Reza Kazmîfer û Huseyîn Muhammed Harûnî û navên şîrketan jî “Arman Data” û “Mehrsam Andişa Saz Nik” bûne.