Xetera herî mezin a israrkirina Tirkiyê bo operasyona bejahî çi ye?

Xetera herî mezin a israrkirina Tirkiyê bo operasyona bejahî çi ye?

PeyamaKurd - Di meha borî ku me li pey xwe hiştiye de, Enqereyê bi tohmetbarkirina teqîna Stenbolê ya hêzên Kurdên Sûriyê re, êrîşên asmanî birin ser şervanên Kurd ên li Sûriye û Iraqê.

Piştî êrîşên asmanî yên bi hefteyan dewam kirin, hêzên Kurd û aktorên navnetewî, cidîbûna gefên Tirkiyeyê yên bo operasyona bejahî dipîve.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî teqîna Stenbolê daxuyaniyên berdewamkirina êrîşan û operasyoneke nû ya bejahî dan. Tirkiyê ji teqînê PKK û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bergir girtin. Lê belê herduyan jî ev tawanbarî red kirin.

Tevî ku rewş wiha ye, ji Amerîka û Rûsyayê jî hişyarî bo Tirkiyeyê hatin dayîn ku operasyoneke bejahî nede destpêkirin. Heta Îran jî li dijî derket. Herî dawî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Veshinin ji bo vê mijarê gotûbêj bike, çû Tirkiyeyê.

Ka em li wan hêzên biyanî û komên li Sûriyê bi awayekî çalak cî digirin binêrin, bê wê di vê rewşê de çi bi dest bixin yan jî çi ji dest bidin:

Tirkiye çi dixwaze?

Tirkiye hêzên Kurd ên li sînorên Sûriyê wekî gef ji xwe re dibîne û ji sala 2016an ve 3 caran operasyonên mezin dan destpêkirin.

Erdogan plan dike ku 3,6 milyon penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin li Bakurê Sûriyê bicih bike û ji bo wê jî li wir dest bi avakirina xaniyan kirine. Ev plan wekî çareseriya pirsa penaberan ku li Tirkiyê her diçe mezintir dibe tê dîtin. Lê belê bicihkirina Sûriyên ne Kurd li wê herêmê, wê bibe sedema wêrankirina herêmên piraniya wan Kurd in. 

Herwiha dibe ku ev hemle piştevaniya Erdogan a di hilbijartinên bê de zêde bike. Operasyona ku serê vê salê hatibû plankirin, ji ber îtirazên Amerîka û Rûsyayê hatibû rawestandin.

Bang û berteka Kurdan?

Hêzên Kurd fişarê li ser Amerîka û Rûsyayê dikin ku nehêlin gefên Tirkiyeyê bigihin encamê û pêşiya wê bigirin. Herwiha Kurd endîşe dikin ku wê vê carê li beramber pesendkirina endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATOyê, welatên Rojava daxwazên Enqerê bicih bînin û Kurdan bidin aliyekî.

Hêzên Kurd ku hevpeymanên Amerîka yên dijî rêxistina terorîst DAIŞê ne û berevaniyê li malbatên wan dikin, dibêjin ku heger Tirkiye vê carê operasyonê bike wê çekdarên girtî yên DAIŞê ji kontrola wan derkevin.

Hefteya borî rayedarên HSDê ragihandin ku wan operasyonên hevbeş ên ligel Hevpeymaniya Navdewletî yên dijî DAIŞê rawestandine, lê piştre dewriye ji nû ve dest pê kirin.

Rola komên milîs ên li Sûriyeyê?

Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) Tirkiye piştevaniya wan dike û bi deh hezaran endamên wê hene, wê leşkerên xwe ji bo operasyona bejahî ya şerê dijî hêzên Kurd bişîne.

Di êrîşên berê de, SMO bi zilmkirina Kurdan û derxistina bi deh hezaran Kurdan ji cihûwarê wan tê naskirin. Rayedarekî SMOyê gotiye, Tirkan ferman daye wan ku derbarê plana êrîşê de nepeyivin.

Helwesta rejîma Sûriyê?

Rejîma Sûriyê li dijî êrîşên berê yên Tirk derketibû. Lê rejîm hevdem HSDê jî wekî hêzeke cudaxwaz dibîne.

Şam û Enqere piştî rageşiya 11 salan ji bo asayîkirina pêwendiyan niha ketine nav tevgerê. Sûriye demên dawî li ser mijara kuştina leşkerên xwe di êrîşa Tirk de bêdeng ma.

Gelo wê Amerîka bikeve tevgerê?

ABD, SDG'ye verdiği güçlü desteğin Türkiye'yi çileden çıkardığı Kuzey Suriye'de askeri varlığını sürdürüyor.

Amerîka piştevaniya xwe ya bo HSDê ku Tirkiyeyê hêrs dike û hebûna xwe ya li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) didomîne.

Di serî de Amerîka destpêkê zêde behsa êrîşên asmanî yên Tirkiyê nekirin. Lê belê dema ku êrîş gihîştin deverên hêzên Amerîkî li wan bicih bûne, êdî dengê xwe bilind kirin.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir ku welatê wî helwesteke bihêz li dijî êrîşeke nû nîşan dide.

Rayedarekî payebilind ê Amerîkî di bersiva pirsa, ‘Gelo ti misogeriyeke Kurdan heye?’ de got ku di polîtîkaya Amerîkayê de ti guhertinek çênebûye.

Gelo wê Rûsya navbeynkariya lihevkirinekê bike?

Rûsya hevpeymana herî nêzîk a rejîya Sûriyê ye. Bi destwerdana şerê Sûriyê re, Rûsya ji Esed re bû alîkar ku berê serkeftinê li xwe vegerîne.

Her çiqas Tirkiye û Rûsya di şer de, piştgiriya aliyên dijber dikin jî li Bakurê Sûriyê di nav kordînasyoneke nêzîk de ne.

Di çend mehên dawî de, Rûsya fişarê dike daku hikûmetên Şam û Enqereyê lihev bikin. Di vê çarçoveyê de, Rûsyayê dijatiya xwe ya bo operasyona bejahî ya Tirkiyê anî ziman û hewl da navbeynkariyê bike.

Fermandarê hêzên Rûsî yê li Sûriyê Korgeneral Alexander Çayko çend roj berê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civiya û ji bo pêşîgirtina operasyona Tirkiyê, pêşniyara bicihkirina hêzên Şamê li seranserê sînorên Tirkiyê kir.

Berjewendiyên Îranê?

Îran a ku yek ji hevpeymaneke girîng a rejîma Esed e, bi tundî li dijî êrîşên bejahî yên destpêka salê yên Tirkiyeyê derketibû. Lê belê li ser operasyoneke muhtemel a nû jî ti daxuyanî nedan raya giştî.

Tehran vê demê bi protestoyan re têdikoşe. Îran, piştî kuştina keça Kurd Mahsa Amînî (Jîna Emînî) bi destê polîsê ehlaqê, niha şahidiya serkutiya kujer a hêzên Îranê ya dijî protestoyên berdewam dike.

İran, ülkedeki huzursuzluk konusunda Irak'taki Kürt grupları suçladı ve onlara saldırılar düzenledi. İran, Kürt bölgelerindeki huzursuzluğun devam etmesi durumunda, Türkiye'ye Suriye konusunda daha geniş bir destek sağlayabilir.

Îranê ji ber aloziya li seranserê welat dest pê kiriye, hêzên Kurd ên li Iraqê tawanbar kir û êrîş birin ser wan. Îran, heger aloziya li herêmên kurdan (Rojhilatê Kurdistanê) dewam bike, dibe ku di mijara Sûriyê de jî piştevaniyeke xurt bide Tirkiyeyê.


Bassem Mroue û Suzan Fraser | The Times of Israel

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd