ANALÎZ | Wê Îsraîl Hizbullahê 10 km bikşîne pişt sînoran

ANALÎZ | Wê Îsraîl Hizbullahê 10 km bikşîne pişt sînoran

PeyamaKurd - Piştî êrîşa Hemasê piştî ya 7ê Cotmeha 2023yan bi ser Îsraîlê de, Hizbullaha Lubnanê jî ji bo piştevaniya Xezzeyê dest bi êrîşên ser xalên leşkerî yên Îsraîlê li herêmên sînorê bakur kir.  

Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah beriya destpêkirina şerê Hemas-Îsraîlê jî gefa ‘Emê kuleyên we yên camî bi moşekekê hilweşînin’  li welatê Îmarata Erebî dikir ku yek ji welatên li hember Hûsiyên Yemenê şer ragihandibû. Herwiha propagandaya ku ew ji Lubnanê bigre heta Herêma Kurdistan û Sûriye-Yemen-Iraqê çiqasî bihêz in dikir.

Lê belê ji 8ê Cotmeha 2023yan ve, bi taybetî jî di du mehên dawî yên şer de, artêşa Îsraîlê êrîşên nûqteyî li ser Hizbullahê kirin û 2 ji wan berpirsên bilind ên leşkerî, 193 endamên Hizbullahê kuştin.

Îsraîlê ji bo Îran û Hizbullahê bikişîne nava şer, 2yê Çile êrîşeke asmanî li Beyrûdê pêk anî û li herêma Dahiye berpirsê duyem ê Hemasê Salih el Arurîû kesên ligel wî kuştin.

Îsraîlê hemû xetên sor ên serokê Hizbullahê eşkere kiribûn binpê kirin. Îsraîl 60 roj in li hember Hizbullah, Îran, Lubnan û Sûriyê serî rakiriye û li bendê ye aliyê Îranê şer ragihîne. 

- Eniya Îranê nikare şer ragihîne

Îran û hevpeymanên wê, tenê bi zextên Îsraîlê namînin û bi ti awayî naxwazin bikevin xefika rêveberiya Qûdsê ya şerekî herêmî.

Çend sedemên vê yên leşkerî hene. Ji bo Îranê tişta herî girîng hevsengiya hêza siyasî û leşkerî ya di xeta Bexda-Şam û Beyrûdê de ye ku ev ji bo ewlehiya wê ya netewî jêneger e. Dixwaze li van paytextan, pêşiya her cûre rejîmên li pêş berjewendiyên xwe asteng bike. Lewra jî Tehran tim fişarê li ser Hewlêra ku di nav sînorên sê dewletan de ye dike û êrîşan pêk tîne.

Ragihandina şerê Îsraîlê ji aliyê Hizbullahê ve, tê wateya ku hemû pergala Îran ji sala 1982yan ve hewl dide li herêmê pêk bîne û hemû berjewendiyên wê yên siyasî û leşkerî yên li herêmê bi carekê bikevin xeterê.

Ger em di çarçoveya Lubnanê de mijarê binirxînin, wek Beyrûdê, Şam û Bexda jî sîstemeke wan a parastina asmanî ya li hember balafirên F-35 ên Îsraîlê xwe biparêzin tune ye.Tevî vê jî divê neyê jibîrkirin ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê dikarin li ser asmanên hersê welatan bi rojan bifirin.

Ji ber vê jî ragihandina şerekî muhtemel, tê wateya ku hersê paytex rûbirûyî êrîşên tund ên asmanî bên û ev jî bi rojan dewam bike. Tê fikirîn ku di vê rewşê de, wê civaka navdewletî jî li aliyê Îsraîlê cî bigire ku şer ne wê daye destpêkirin.

- Mikurhatina Nesrellah a komîk bo telefona destan

Êdî li cîhanê gelek mirov dizanin ku telefonên destan amurên guhdarîkirin û şopandinê ne, heta rêxistinên wekî PKK jî ji sala 2004an ve telefonan bikar nayînin û hemû rêxistinên din ên Rojhilata Navîn jî vê dizanin.

Nesrelleh di daxuyaniya xwe ya 13ê Sibatê de, ji bo hemû serdestiya leşkerî ya Îsraîlê û tora wê ya îstixbarî li Lubnanê perde bike, wekî sedema mirinên endamên xwe bi îstixbarata li ser telefonên destan ve girêda.

Nesrelleh got ku Îsraîl dikare hemû telefonên endamên Hizbullahê kontrol bike, hemû kamerayên ewlehiyê yên başûrê Lubnanê bişopîne û bang li milîsên Hizbullahê kir ku êdî telefonan bi kar neyînin.

- Îsraîl, wê Hizbullahê 10 kîlometreyan bikişîne paş sînoran

Daxwaza Îsraîlê ew e ku; endamên Hizbullahê herî kêm 10 kîlometreyan paş sînoran ve bên vekişandin, li şûna wan Hêza Aştiyê ya Demkî ya Lubnanê di bin banê Neteweyî Yekbûyî de were bicihkirin, xalên çavdêriyê yên Hizbullahê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine lêdan jî ji nû ve neyên avakirin.

Lubnan jî dixwaze Îsraîl ji Kefr Şuba, Şebaa û gundê Gacarê yên beriya niha hatine dagirkirin, vekişe.

Îsraîl qet vekişîna ji deverên di sala 1967an de xistine kontrola xwe yên li Sûriye û Lubnanê, nayîne rojeva xwe. Ji ber wê jî pirsgîrêkên xêzkirina sînorên bejahî yên navbera herdu aliyan, bi sedema ku mercên ferzkirî yên muzakereyan in, ti pêşveçûn çênabe.

-  Îsraîl: Şerê Xezzeyê raweste jî emê li Hizbullahê bixin

Hizbullah diyar dike ku wê êrîşên wan bi dawîbûna êrîşên ser Xezzeyê û agirbesteke temamî rawestin.

Rayedarên Îsraîlî jî dibêjin, şerê Xezzeyê raweste jî ew dê operasyonên dijî Hizbullaha Lubnanê berdewam bikin û didin zanîn ku Hizbullah di vê nêrîna xwe de şaşiyê dike.

Îsraîl herwiha dibêje,  ji bo vegera ewle ya 100 hezar niştecihan, tenê rawestandina êrîşên Hizbullahê têr nake. Divê ji wan herêman vekişe û gefa operasyona bejahî li Hizbullahê dixwe.