ANALÎZ | Gelo Îsraîl û Îran piştî êrîşên tolhildanê dibêjin bes e?

ANALÎZ | Gelo Îsraîl û Îran piştî êrîşên tolhildanê dibêjin bes e?

PeyamaKurd- Karvedana êrîşa Îranê ya bi sedan drone û moşekên balîstik ku şeva şemiya borî 13ê Nîsanê pêk anîbû dewam dike. Her kes li benda bersiva Îsraîlê ya êrîşa tolhildanê bû ku ew êrîş her çiqas Îsraîlê bi eşkereyî li xwe negirtiye jî 19ê Nîsanê li Îsfehan a Îranê ku kargeha nukleerî û stratejîk li wir e hate encamdan.

Îranê êrîşa xwe bi hinceta êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxaneya Şamê ya Îranê ku 1ê Nîsanê pêk anîbû û 7 pilebilindên artêşa pasdaran hatibûn kuştin pêk anîbû. Piştî wê êrîşa ku moşek û dronên kamîkaze beriya bigihin erda Îsraîlê hatin têkdan, Îranê ragihand ku operasyona tolhildanê temam bûye. 

Lê belê nîqaşên li ser rageşiya navbera Îsraîl û Îranê li Rojhilata Navîn dewam dikin. Pirsa herî bingehîn ev e, ‘Gelo rageşiya navbera Îsraîl û Îranê şerekî herêmî bi xwe re tîne?

Îranê xetên sor ên nû bi Îsraîlê re diyar kirin

Gelek pispor dibêjin, êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê ji hêla leşkerî ve ne serfketî bû, lê li aliyê din nîqaşên li ser mebesta Îranê bi vê êrîşê jî têne kirin.

Loma jî tê gotin, Îran di vê êrîşa xwe de ne aliyê binketî ye, berevajî wê îzolasyona Îsraîlê ya ser xwe rakiriye û xetên xwe yên nû yên sor ên nû ligel Îsraîlê diyar kirine.

Îranê peyama êrîşa ser balyozxaneya Şamê baş xwendiye û vê carê ne bi wekîlên xwe tenê yekser hewla êrîşa nav erda Îsraîlê daye ku ev cara ewil e pêk tê.

Îran tevî ku Îsraîlê gelek caran li ser Sûriye û Lubnanê êrîşên asmanî dibe ser hêzên milîsên girêdayî wan jî heta niha bersiveke bi vî rengî nedabû Îsraîlê. Lê belê Îsraîl jî ji ber şerê berdewam ê Xezzeyê bilez nekarî biryara êrîşa ser Îranê bide, ji ber ku pêşbînî nedikir bê wê êrîşa tolhildanê çiqasî bi kêr berwendiyên wê were.

Îranê di êrîşa 13ê Nîsanê de çima nexwest ziyaneke mezin bide Îsraîlê?

Ji xwe mebesta Îranê jî ew bû ku Îsraîl û hevpeymanên wê helwesta Tehranê nikaribin pêşbînî bikin. Bi vî awayî jî Îranê hewl da ku xetên xwe yên nû yên sor ligel Îsraîlê temam bike, ango nexwest ziyaneke mezin bide Îsraîlê û helwesta Îsraîlê jî di vê navberê de bipîve.

Êrîşa tolhildanê ya Îsraîlê hatiye nehatiye hîn nediyar e. Lê 19ê Nîsanê êrîşek li navika Îranê hate kirin ku ne Tehran Îfehan hate hilbijartin. Gelek şarezayên Rojhilata Navîn li bendê bûn ku Îsraîlê êrîşeke asmanî û moşekî bibe ser Tehranê, lê berevajî wê nêrînê dengê teqînan ji Îsfehanê hat.

Îsraîlê bi lêdana kûrahiya Îranê çi peyam da?

Îsfehan li naverasta Îranê ye û cihekî hîn zêdetir di kûrahiya rûbera Îranê de ye. Tê gotin ku Îsraîlê bi taybet hilbijartineke wiha kiriye û wê bêyî ku zirareke mezin bide Îranê tenê diranê xwe ji Îranê re nîşan daye. Yanî Îsraîlê jî heman weke Îranê xetên xwe yên sor diyar dike û peyama ku ew dikare bi her awayî û di nav Îranê re her cihê bixwaze hedef bigre.

Fermandar û berpirsên Îranê piştî êrîşa Îsfehanê ku bi fermî Îsraîlê li xwe negirtiye daxuyaniyên piçûkxistina û têkşikandina vê êrîşê didin û dibêjin, sedema teqînan moşekên sîstema berevaniya wan e, ji derveyî Îranê ti êrîş nehatiye kirin. Tenê 3 dron hatine têkşikandin.

Îran dibêje tolhildan bes e!

Balkêş e ku Îran Îsraîlê bi vê êrîşa dawî yekser tawanbar nake û wekî ku bêje niha tolhildan bes e daxuyaniyan dide.

Rojên pêş wê helwesta herdu aliyên ku dikarin Rojhilata Navîn bixin nav agir çêtir diyar dibe. Niha xuya dike ku herdu alî jî heta demekê dixwazin rageşiyê kêm bikin.