Xetên sor ên Kiliçdaroglu û MHPê yek in!

Xetên sor ên Kiliçdaroglu û MHPê yek in!

PeyamaKurd - Wekî her hilbijartinên Tirkiyeyê, dîsa bala siyaseta Tirkiyeyê çi çep be çi rast be, ji bo wergirtina dengên Kurdan, li bajarên Bakurê Kurdistanê û kurdên metropolan e.

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê bi taybetî partiyên muxalefetê hewl didin, deshilatdariya 21 salan a Erdogan têk bidin û ji bo vê jî dixwazin dengên kurdan bistînin. Her kes dizane ku Kurd ji bo serkeftina her aliyekî hilbijartinê, xwedî hejmar û roleke kilît in.

Bi gotinên dilxweşkirinê rêwîtiya ber bi deshilatiyê

Namzedê hilbijartina serokomariyê yê muxalefetê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li hember Serokomar Recep Tayyip Erdoganê ku bi salan dengên Kurdan wergitiye, di vê hilbijartinê de bûye namzedê herî li pêş ê namzedê dengên kurdan.

Kiliçdaroglu, ev du sal in ji bo meseleyên civakî û bi taybetî ji bo zilm û bûyerên bi destê dewletê bi serê Kurdan hatine, behsa helalîxwestinê dike. Lê belê heta niha jî ti gotin û daxuyaniyeke zelal ku mirov bizane dê ev helalî xwestin çawa pêk were jî nekiriye. Xuyaye ku dixwaze di rêwîtiya ber bi deshilatiyê de, bi gotinên dilxweşkirinê rêya xwe veke.

Di navbera xetên sor ên Kiliçdaroglu û MHPê de çi cudahî heye?

Kemal Kiliçdarogluyê esil kurd ku partiya wî CHP berpirsa sereke ya înkar û zilma ser kurdan e, her çiqas wekî ‘Mamê Demokrat’ behsa çareserkirina pirsa kurd û aştiya nav civakê di çarçoveya parlamentoyê de dike jî di piştevaniya ‘pîroziyên nijadperestî yên dewleta Tirk’ de qet paşde gav navêje. Ango niha MHP û Devlet Bahçelî û Meral Akşener, di parastina wan pîroziyên nijadperestî de çi be, Kilicdaroglu jî ew e.

Soza Suleyman Şah dide, lê ya Şêx Seîd û Seyîd Riza û yên din…

Di bernameyeke bangeşeya hilbijartinê de Kiliçdaroglu, wekî soza hilbijartinê dibêje; ew ê Gora Suleymanşah a di şerê Sûriyê de, dema êrîşên DAIŞê cihê wê hatibû guhertin, vegerînin cihê wê yê berê:

“Gora Suleyman Şah revandin. Ala meya li nav axa Sûriyê ya ser gora Suleyman Şah daxistin. Terka axa welat dan. Ji bo vî gelî soza min heye. Xwedê bike nesîb ez ê Gora Suleyman Şah vegerînin nav erda welat (nava Sûriyeyê ye) û ala me dîsa hildim.”

Bi van gotinên Kilicdaroglu xuya dike ku di navbera xetên sor ên wî MHPê de ti cudahiyek nîne û ji bo pîroziyên neteweperestî di heman nêrînê de ne.

Ev 98 sal in Gora Şêx Seîd û 85 sal in jî ya Seyîd Riza nîne

Divê neyê jibîrkirin ku Suleymanşah qet nebe gora wî heye û tê veguhestin. Lê belê ev 98 sal in Rêberê Kurd Şêx Seîd û hevalên wî yên hatine îdamkirin, dev ji mezelê wan berdin hestiyên wan jî nexuyane û têne veşartin.

Kemal Kilicdaroglu ji Dersîmê ye û gelek caran dibêje, ew bi nasnameya xwe serbilind e û siyaseta li ser nasnameyê jî nake. Lê ji bo helalîxwestinê mijara herî nêzîkî wî bêserûşûnkirina cenazeyên Seyîd Riza û hevalên wî ye.

Ev jî nakokîyeke din e. Behsa Suleyman Şahê hezar sal berê miriye dike û qet behsa gora Pîrê Dersîmê Seyîd Riza û hevalên wî ku bi fermana damezrînerê CHPê Mustafa Kemal Ataturk hatine îdamkirin nake?

Herwiha ne tenê Şêx Seîd û Seyîd Riza hestiyên gelek rêber, alim û serokên Kurdan ên din jî hatine veşartin û nexuya ne.

Kilicdaroglu ji bo pîroziyên Kurdan çi difikire?

Gelo Kilicdarogluyê ku dixwaze dengên Kurdan bistîne, ji bo pîroziyên Kurdan çi difikire û çi sozan ji bo hilbijartinê dide?

Ev jî mijara nîqaşê ye û heta niha jî nezelal e bê wê ji bo mafên Kurdan û daxwaziyên wan ên netewî çi bikin.

Helalîxwestin bi gotinên vala nabe!

Mijara helalîxwestinê tenê bi gotinên dilxweşkirinê nabe û heger Kilicdaroglu bi ser bikeve û li kêleka wî jî Meral Akşener a nijadperest hebe, ji xwe ji niha ve diyar dibe ku helalîxwestina behs dike jî ne mimkun e.

Helalîxwestin û li hev helalkirin, heta ku meseleyên wekî şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hevalên wî, kuştinên salên 90î, komkujiyên Roboskî, Dêrsim, Zîlan û Koçgiriyê neyên çareserkirin, bi gotinên vala yên dilxweşkirinê pêk nayê.