Tufeylî: Berpirsê her zaroka li Xezeyê tê kuştin Îran e!

Tufeylî: Berpirsê her zaroka li Xezeyê tê kuştin Îran e!

PeyamaKurd – Damezrînerê yekem ê Hizbullaha Lubnanê alimê Şîa Tufeylî, di axaftineke xwe ya berê de, li ser Hamas û Îranê agahiyên balkêş dide û Îranê bi tundî tawanbar dike.

Di vîdyoya axaftina Tufeylî ya hatiye belavkirin de, rexneyên tund li Îranê têne kirin û Îran bi xizmetkariya Amerîkayê û komkujiyên li Rojhilata Navîn tê tawanbarkirin.

Tufeylî di axaftina xwe de, bersiva pirsên wekî; Hizbullah çima di demên herî zehmet de alîkariya Hamasê nake? Gelo Îranê ji bo çi Hemas bi tenê hişt? Rola Îranê di kuştinkariyên Rojhilata Navîn de çi ye? dide.

Îran berpirsê zarokên li Xezeyê têne kuştin e!

Tufeylî dibêje; Îran xizmetkarê Amerîkayê ye û beriya Amerîka û Îsraîlê berpirsê kuştine her zaroka li Xezeyê tê kuştin e.

Tufeylî wiha diaxivî: “Dixwazim ji Îranê re bibêjim: We umeta Muhammed qetil kir. Hûn bûn şirîkê Amerîkayê û we hevkarî kir. Hûn ji bo tunekirina umetê û hilweşîna wê bûn xizmetkarê Amerîkayê. Wezîrê Derve yê Amerîkayê, ji hempîşeyê xwe yê Îranê re gotiye ku; ‘Em bi hebûna we ya li herêmê kêfxweş in’ yanî li kîjan herêmê derfeta we hebe, hûn dikarin hespê xwe bibezînin, biruxînin, bişewitînin. Wekî ku we li Lubnan, Sûriye û Yemenê kiriye, wekî ku hûn hewl didin li Iraqê bikin.”

Ey Xamaney tu qatilê zarokên misilman, dijminê Xweda û Resûlê wî yî!

Di dewamê de Tufeylî destnîşan dike: “Hûn bi vî awayî xizmetkarê wan bûn..Lê vê bizanin ku ne mutefîq bûn. Hûn xizmetkar in. Xizmetkar! Tu xizmetkarekî Xamaney! Tu dijminê Xweda û Resûlê wî yî! Tu qatilê zarokên misilman î! Tu qatilê pitikên Kerbelayê yî! Tu ji Yezîd xedartir û kîndartir î!”

We ew çek ji bo çi li Lubnanê kom kirine?

Ji bo mijara Filîstînê jî Tufeylî li ser helwesta Îranê dibêje: “Li ku yî? Li Xezeyê li ku yî? Li Filîstînê li ku yî? Ew çekên te li Lubnanê kom kirine ji bo kê ne? Nebî ku ji min re bibêjî, ev mazeretên xayînan e. Niha di hizûra xwedê de, ji kuştina her zaroka li Xezeyê beriya Amerîka û Îsraîlê tu berpirs î.”