Tirkiye dizane ku Esed nikare ‘Rêveberiya Xweser û HSDê’ ji holê rake…

Tirkiye dizane ku Esed nikare ‘Rêveberiya Xweser û HSDê’ ji holê rake…

PeyamaKurd – Çend roj berê Sûriyeyîyên ku nêzîkbûna Enqere-Şamê napejirînin protestoyên mezin li dar xistin.

Dibe ku kesekî reşbîn û şikebar bim û divê xetayên xwe yên 10 berê yên derbarê Sûriyê de jî qebûl bikim.

“Nêzîkbûn ji bo hilbijartinan lîstikeke siyasî ye”

Lê nêzîkbûna ku behsa wê têkirin, lîstikeke siyasî ya berî hilbijartinên Tirkiyeyê ye. Ligel vê jî Erdogan hewl dide li hember Şam, Moskowa û Rêveberiya Xweser hin avantajan bi dest bixe.

Li gorî rapirsîya kompaniya Metropoll a meha Kanûna 2022yan; ji sedî 59ê welatiyên Tirkiyeyê dixwazin Erdogan bi Esed re dest bi gotûbêjan bike û ji sedî 29 jî li dijî derdikevin.

Pêwîste Erdogan qet nebe destpêkirina pêvajoyeke siyasî bide xuyakirin. Vê peyvê baş bibîr bînin, “Pêvajo.”

Piştî civîna ku wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê hatin ba hev, hin komên dualî yên xebatê hatin pêkanîn. Muhtemele ku beriya hilbijartinan serokên her sê welatan werin ba hev yan jî Erdogan û Esed hevdîtinê bikin. Dibe ku Erdogan hebûna pêvajoyekê jî îdia bike.

“Eşkere ye ku Esed ji Erdogan hez nake û baweriyê pê nayîne”

Di vê navê de eşkere ye ku Esed ji Erdogan hez nake û baweriya wî jî pê nayê. Dîsa Rûs fişarê li ser Esed çêdikin daku vê pêvajoya têkilîdanîna bi Tirkiyeyê re qebûl bike û dê ew jî li beramberê vê xelatekê daxwaz bike.

Têkildarî vê, Wezîrê Derve yê Îmaratê serdana Şamê kir. Dibe ku wezîrê Îmaratê xwestibe Esed ji bo civînekê razî bike.

Ev rewş 30 sal berê tîne bîra min ku rêveberiyên Bush û Clinton di nav hewlên pêkanîna aştiya navbera Îsraîl-Filîstînê de, ango herdu rêveberiyên Amerîka jî bala xwe dabûn ser muzakereyên bilind ên navbera aliyan.

Nêzîkbûneke mayînde tenê bi tawîzan, çareseriyên dema navîn û hilbijartinên zehmet pêk tê ku heta niha ne Sûriyê ne jî Tirkiyeyê ti tawîzên rastîn û çareserî dernexistine holê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, dibêje ku welatê wî pêleke nû ya penaberan qebûl nake.

Di vê peyamê de 3 peyamên zelal hene:

Peyama Yekem; Ji Şam û Moskowa re eşkere didin xuyakirin ku wê Tirkiye êrîşeke Rûs-Sûriye ya kontrolkirina Idlib û Bakurê Helebê qebûl neke.

Peyama Duyem, dema wê bêqisûr bû; Moskowayê vê hefteyê li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî de got ku divê Tirkiye hewldanên gihandina alîkariyên mirovî bo Idlib û bakurê Helebê asteng neke. Astengkirina alîkariyan wê di nav bi hezaran koçberên Sûriyê de aloziyê derxe û ji bo ji birçîbûnê rizgar bibin hewl bidin derbasî nav Tirkiyeyê bibin.

Peyama Sêyem jî ne zelal bû, lê eşkere bû; wê hebûna Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê (Rojava) heta ku Enqere ji kesên ji cihê xwe aware bûne re çareyekê bibîne, dewam bike.

Dewriyeyên hevbeş, Kurd û daxuyaniyên Akar

Li aliyê din ji ber sedemên rasteqîn ên aborî û siyasî, wê Esed vegera pêşerojê ya penaberan bi xweşî pêşwazî neke.

Akar di daxuyaniyên xwe de, bi qestkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tîne ziman ku wê Tirkiye têkoşîna dijî terorê bidomîne.

Herwiha got ku hêzên Esed nikarin Rêveberiya Xweser hilweşînin, ji ber ku ji hêla aborî û leşkerî ve Sûriyeya Esed lawaz bûye dê ev rastî neguhere.

Bi daxuyaniyên Akar re hat piştrastkirin ku nêzîkbûna Tirkiye ya bi Sûriyê re sînordar e.

Lê belê ji ber ku qada siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê pêwîstiya bi pêvajoyeke nû gotûbêj dike, Akar dewriyeyên hevbeş ên ligel hêzên Rûsyayê li seranserê sînorê hevpar ê Sûriyê qebûl kir.

Dibe ku dewriyeyên hevbeş heta radeyekê fişarê li ser rêveberiya xweser bike, lê wê bi temamî ji holê raneke.

Herî zêde dibe ku em şahidiya wê yekê bikin ku Moskowa û Şam bibin alîkar ji hêzên Tirk re û bikarin kontrola beşek ji Minbiç û Til Rifatê bixin destê xwe.

“Wê hebûna Rêveberiya Xweser û Tirk dewam bike”

Lê belê Rêveberiya Xweser û herwiha hebûna Tirk, tevî îtirazên Esed jî wê dewam bike. Ji ber ku wê Rêveberiya Xweser û HSD hebûna xwe biparêzin, berteka Amerîka ya di vî warî de nerm e.

Hefteya borî, Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê dubare got ku Amerîka wê ti tiştekî pêşkeşî rejîma Sûriyê neke û ji bo vê mijarê ti tiştekî ku bi Tirkiyeyê re bikin jî nîne.

Lê li herdu paytextan jî bifikirin ku balyozxaneyên Tirkiye û Sûriyê hatine vekirin. Helbet wê Amerîka îtirazê li vê bike, lê wê piştre çi bibe?

Wê PYD û HSD jî bi kêfxweşî hevkariya ligel Amerîkayê û parastina wê dewam bike. Wê herdu hevpeymanî têkoşîna dijî DAIŞê bidomînin.

Eşkere ye ku wê misyona îro ya Amerîkayê pirsgirêka DAIŞê û îhtilafên Sûriyeyê çareser neke. Ew jî vê yekê baş dizanin û di nîqaşên navxweyî de jî daxwazên pêvajoyeke siyasî têne kirin.


Robert Ford | Independent

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd