Modelê Mandela yê Şivan: 'Ocalan'

Modelê Mandela yê Şivan: 'Ocalan'

PeyamaKurd - Bêguman di hunera muzîka Kurdî de yek ji wan kesên di serî de tê bîra me Şivan Perwer e. Heta ku hin berhemên wî wisa bûbûn malê gelê Kurd ku li civîn, meş û eniyên şer bêyî wan stranan nedibû.

Şivan Perwer ji sala 1975an heta salên 90î ji ber xizmeta xwe ya hunera Kurd û şoreşa Kurdistanê hişt ku navê wî di dîrokê de bê nivîsandin. Ti kes nikare vê rastiyê înkar bike û nabe heqê wî bê xwarin.

Lê belê balkêş e ku Şivan di helwest û uslubê xwe yê çend salên dawî de, nasnameyeke gelekî cuda li xwe girtiye. Ji muzîk û hunerê dûr dikeve û berê xwe dide projeyên ti eleqeya wî pê nîne ku hewl dide ‘nasnameyeke xwe’ biafirîne. Rewşa ku dixuyê ev e…

***

Sala 2019an di axaftineke xwe ya li Swîsreyê de, ji bo Êzidiyan, gotinên ‘şêxîtî, begtî, axatî’ kiribûn û bûbû sedema bertekan.

Sala 2020an jî rexneyên xwe dewam kiribûn û vê carê jî ji bo Êzidiyan gotinên wekî ‘faşîst’ bikar anîbûn ku rastî gelek nerazîbûnan hatibû.

Piştî ku Perwer, Êzidiyên têkiliyên derveyî zewacê qebûl nakin, wekî ‘faşîşst’ bi nav kir, HDPê bilez daxuyaniyek da û got, “Şivan Perwer ji daxuyaniya xwe berpirs e. Em beşdarî van nêrînan nabin.”

Lê belê gotinên Şivan ên derbarê Êzidiyan û Kurdan de ku sala 2021ê di kanala NRT TV ya dijatiya referandûma serxwebûna Kurdistanê kiribû de, dûrî aqilan bûn û rastî bertekên tund hatibûn.

Di bernameyê de ji Şivan Perwer nêrîna wî ya bo Abdullah Ocalan hatibû pirskirin û wî jî gotin anîbû ‘bawermendiya gelê Kurd’ û rexneyên dûrî aqil û mentiqê li Kurdan girtibûn.

Şivan di bersiva pirsa Ocalan de rexne li “bawermendbûna Kurdan a îslamê’ girtibû û gotibû:

 “Her demê şêx, reîs û rêberekî kurdan hebû. Mînak, li Dêrsimê dibêjin Seyîd Riza, li Diyarbekirê dibêjin, Şêx Seîd, binêr ev şêx e. Li Mehabadê dibêjin, Qazî (Qadî) Mihemed. Yan tim wisa dewam dikir. Dema binêrin, li aliyê Komele jî Şêx İzedîn Huseyîn hebû, ew jî şêx bû.

Lê belê dema Marksîzm hate Kurdistanê, zarokan serî hilda. Yên ne ji eşîr û şêxan. Abdullah Ocalan zarokê gel e, ne ji malbateke eşîr e… Ew bi ilm, edeb, jêhatîbûn û perwerdeya xwe rabû ser piyan…”

Şivan hê jî pê de çûbû û Kurdên bawermend û Ataturk berawirdî hevdu kiribû û bi xweşkirina Kemalîzmê wiha gotibû:

 “Li Tirkiyeyê fikrê Kemalîzmê ronahî da. Ataturk kesekî netewperwer bû. Destpêkê feodalîzmê nehiş. Bi rûhê netewî yekîtiya Tirkan pêk anî. Ji ber vê Tirk gelekî ji Ataturk hez dikin, hûn dizanin? Şêxîtî, begtî û axatî rakir û got ku miletê Tirk heye.”

Perwer wê demê hay ji xetaya xwe bû û piştî zêdebûna nerazîbûnan gotibû, qesta min ne ew bû, lêborîna xwe dixwazin, uslubê min şaş bû.

Bi rastî jî ti kes bi zelalî nizane bê Şivan Perwer dixwaze çi bike. Niha tevî ku tiştên berê gotine, wiha ne û lêborîna xwe jî ji Êzidîyan û gelê Kurd xwestiye…

***

Em werin îro!

Şivan Perwer her çiqas lêborîna xwe xwestibe jî bênavber van cûre daxuyaniyên xwe didomîne.

Di van demên dawî de jî di bernameyeke televizyoneke medya PKKê de pesnê Abdullah Ocalan dide û bêyî ku rûyê wî bişewite di heman kanalê de dibêje; “Silavan ji vir bo Serokê Kurdan Mesûd Barzanî dişînim. Heta sax bim, naxwazim Kurd şerê hev bikin.”

Şivan Perwer, di wê bernameyê de Ocalan wekî kesekî hemû jiyana xwe bi têkoşîna lehengî domandiye pênase kir û bi Nelson Mandela re da ber hev. Dema mayîna girtîgehê ya Ocalan, bi dema mayîna girtîgehê ya Mandela re berawird kir û got, “Tiştên ku gelan ji bo Mandela kirine divê ji bo Ocalan jî bikin.”

Em vê bibîr bixin: Ocalan pesnê Kemalîzmê û Ataturk dide û dibêje, ew ne dijminê Kurdan e, lê belê Mandela yê ku sala 1992yan hêjayî xelata aştiyê ya navnetewî ya Ataturk hatibû dîtin, gotibû, ‘nabe zilma li Kurdan tê kirin nebînim’ ew xelat red kiribû.

Divê ev pirs li Şivan bê kirin:

 “Ataturk ne dijminê Kurdan e”, Gelo dikarî ji Abdullah Ocalan re bibêjî, tu şaş î?

Helbet nikarî bibêjî. Gelo kî dikare bêje? Dîrok dikare, Şêx Seîd dikare, Seyîd Riza dikare û bi hezaran Kurdên din ên bi fermana Ataturk hatine darvekirin dikarin bibêjin.

Perwerê ku dibêje, ‘Êdî kurd gihîştine heyameke modern’ dîsa zen dike ku Kurdan li ser dîndariya wan rexne dike û dibêje: “Êdî ev dewr ne dewra terîqet, şêx û began e. Van bidin aliyekî, ev êdî qediyan. Kurd êdî bi reng û baweriyên xwe yên cuda ber bi netewebûnê ve diçin. Em bi vê bawer in.”

***

Ti giraniyeke Şivan Perwerê ku dema diçe aliyê PKKê pesnê Ocalan dide û dema vedigere nav PDKê jî li dijî PKKê helwestê digire, nîne.

Ne mafê kesî ye derbarê jiyana şexsî ya Şivan Perwer de gotinan bikin. Lê dema xwe tevlî nav qada siyasî bike, mafê axaftinê çêdibe.

Gelek kes Şivan di qada hunerê de nas dikin, rêzê lê digirin û jê hez dikin. Helbet em jî di vê qadê de jê hez dikin. Lê dema li daxuyaniyên wî yên 3-4 salên dawî dinihêrin, dema nêzî PDKê dibe xwe ji PDKê re şîrîn dike, dema nêzî PKKê jî dibe xwe ji PKKê re şîrîn dike.

Lê belê êdî herdu alî jî dizanin bê ti çi kesî û dibînin bê tu çawa dezenforme bûye. Yanî li herdu aliyan jî îtibara te nemaye…

Dema ku medya PKKê her roj Mesûd Barzanî bi xîyanetê tawanbar dike, cihê şermê ye ku Şivan Perwer silavê jê re dişîne. Xwezil Şivan Perwer ew hurmeta ku Mesûd Barzanî jê re nîşan dide, binpê nekiriba û kirinên xwe şerm bikira...

Şivan Perwerê ku bi dengekî berz pesnê Ocalan dide û ji bo Mesûd Barzanî û derdora wî ya dîndar jî şibandina ‘axatî û begtiyê’ dikir.

***

Cihê wê ye ku em vê jî parve bikin!

Di heyama ku di sala 1984an de yek ji damezrînerê PKKê Semîr li Swêdê hat kuştin, Şivan jî li Swêdê bû. Wan rojan, ji ber ku xeraca PKKê red kiribû, PKKê fermana kuştina Şivan Perwer derxistibû. Şivan jî xwe avêtibû bextê Berpirsê PDKê yê Ewropa yê wê demê Tariq Akrawî.

Akrawî jî Mesûd Barzaniyê ku wê demê li Îranê bû bi rewşa Şivan Perwer agahdar kiribû. Serok Barzanî jî hişyarî dabû Ocalanê ku wê heyamê li Şamê bû û jê xwestibû, bela xwe li Şivan Perwer nexin.

 “Niha Ocalan li gorî Şivan humanîst e û dibe hevdengê Mandela”, lê Mesûd Barzanî jî dibe axa û beg, ne wisa?!”

Agahiyeke piştperdeyî ku nayê xuyakirin jî em ji were bibêjin, hesab û kîtabên Şivan ên bo Başûr bidawî nebûne. Çimkî hê jî bi ranta wê derê jiyana xwe didomîne.

Heger Başûr wê alîkariya ku dide hunermend, rewşenbîr û entelektuelên xwe nêzî wan dikin, tenê beşeke biçûk jê bide wan malbatên fedekar ên şehîdan û alîgirên dilsoz, wê zêdetir rêz lê bê girtin û deshilatiya xwe jî qewîntir bike. Bûyera Şivan ne ya yekê ye nabe ya dawî jî…

***

Gelo çawa?

Dema ku Şivan ji PKKê veqetiye, têkiliyên xwe bi PDKê re xurt kirin. Xwest ku li Dihokê ‘Akademiya Hunerê’ damezrîne. Projeya wî hat qebûlkirin, lê wî ew akademî li şûna mala hunerê kir mala xwe.

Piştre jî ji ber pirsgirêkên malbatî, daxwaza xanî kir. Ev daxwaza Şivan jî hat qebûlkirin û li Hewlêrê li Drim City vîlayek bo wî hat tehsîskirin.

Li Dihokê Şivan Perwer, ‘Akademiya Hunerê’ pêk neanî û vê carê jî projeya ‘Gundê Hunerê’ pêşkeş kir.

Saziyên pêwendîdar bi texmînî erdekî 40 doniman jê re terxan kirin. Şivan Perwer bi vê têr nebû û ji ber ku vîleya tê de rûdinişt ne milkê wî bû, xwest ku jê re vîlayek were avakirin.

Başûr ev jî qebûl kir, lê Şivan li şûna vîlayê dixwest ‘koşkê’ ava bike û daxwazên wî yên bêdawî hatin ku ji ber krîza aborî ya li Kurdistanê projeya wî bi derengî ket. Qarewara Şivan Perwer tam jî wê demê derket holê û her ku çû jî zêdetir bû.

Di beşa duyem a dosyeya Şivan Perwer de, em ê hê gelek rewşên ku we nebihîstiye bi we re parve bikin.

Ka em binêrin bê Şivan Perwer Kurd e, yan jî ew mirovên ji bo vê dozê û giraniya exlaqê Mesûd Barzanî bêdeng dimînin Kurd in!