‘Kurdan di gera duyem de piştgiriya Kiliçdaroglu kêm kir, ya Erdogan zêde kir’

‘Kurdan di gera duyem de piştgiriya Kiliçdaroglu kêm kir, ya Erdogan zêde kir’

PeyamaKurd - Hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê tevî felaketa erdhejê û bihabûna zêde jî bi serkeftina Recep Tayyip Erdogan encam dan ku ev jî nîşan dide, hilbijêr baweriyê bi opozîsyonê nayînin. Tê çaverêkirin ku Erdogan di 5 salên bê yên deshilatiya xwe de, seroktiyeke bihêz nîşan bide.

Weşana Brîtanî Middle East Eye, li ser proseya hilbijartinên Tirkiyeyê ku bi serkeftina Erdogan encam da, analîzek weşand.

Di analîzê de tê gotin ku opozîsyonê nekarî di maweya kampanyaya hilbijartinan de, gel bi projeyên xwe qanih bike û hatiye diyarkirin; “Tevî zehmetiyên wekî erdhejê û bihabûna kelûpelan mayîna Erdogan a li ser deshilatê nîşan dide ku gel baweriyê bi opozîsyonê nayîne.”

Herwiha hatiye bibîrxistin ku piştî têkçûna hilbijartinê muxalefeta Tirkiyeyê bêdeng bûye û dê guherînên nav partiyên opozîsyonê jî bandorê li ser hilbijartinên herêmî yên sala bê werin kirin, bike.

“Wê di 5 salên pêş de lîdertiyeke bihêztir nîşan bide”

Piştî ku Erdogan di hilbijartinên 28ê Gulanê de bi ser ket, lîderên welatên cîhanê ji bo pîrozkirina wî lezandin ku diyar e, Erdogan bi deshilata xwe ya zêdetirî 30 salan dikeve dîroka siyasî ya Tirkiyeyê.

Erdoganê ku wekî dehayê kampanyayan tê zanîn, hem di hilbijartinên parlamentoyê de hem jî di seroktiyê de bi ser ket ku tê hêvîkirin di pênc salên pêş de lîdertiyeke bihêz nîşan bide.

Erdogan di demên dawî de, di serî de projeyên xaniyan bo mexdûrên erdhejê gelek proje pêşkeşî gelê Tirk kirin û êvara hilbijartinê jî ragihand ku maraton hîn bidawî nebûye. Ji piştegirên AK Partiyê re got ku armanc qezenckirina hilbijartinên herêmî yên sala 2024an e.

“Wergirtina ji sedî 48ê dengan ji bo Kiliçdaroglu têkçûneke eşkere ye”

Li aliyê din divê wergirtina ji sedî 48ê dengan ji bo Kiliçdaroglu wekî nîşaneya têkçûnê be.

Lewra Kilicdaroglu bi hevpeymaniyeke mezin a opozîsyonê kete hilbijartinên roja Yekşemê û tenê ji sedî 48ê dengan wergirt ku divê ev wekî têkçûneke eşkere bê dîtin.

“Kurdan di gera duyem de piştgiriya Kiliçdaroglu kêm kir, ya Erdogan zêde tir”

Di gera duyem a hilbijartina serokomar de, opozîsyonê argumanên neteweperestiya tundrew hilbijartin û Kiliçdaroglu bi rastgirî tundrew Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag re li hev kir.

Vê yekê bi qasî xuya dike, hilbijêrên Kurd hêvî şikestî kir.

Her çiqas Partiya Çepên Kesk ji bo Kiliçdaroglu çi ji dest hat kir jî, li seranserê welat çûna ser sindoqan kêm bû û bi taybet jî li bijarên Kurdan di gera duyem de, Erdogan li gorî Kiliçdaroglu dengên xwe yên bajarên Kurdan hinekî zêdetir kir.

Erdogan pêşbirka hilbijartina serokomariyê li bi ferqa 4 pûanan qezenc kir, lê hevrikê wî li bajarên Stenbol û Enqereyê 3 pûanan li pêşiya wî ye û ev jî dihele ku serokomarê Tirkiyê û partiya wî bikev alarmê.

Li ser vê jî tê çaverêkirin ku Erdogan di vê payîzê de, partiya xwe bixe tevgerê û kampanyaya bo hilbijartinên herêmî bide destpêkirin.

Erdogan û serdema nû

Bi dawîbûna proseya hilbijartinan re muhtemel e ku dê Serokomarê Tirk piştî avakirina kabîneya xwe, pêşî berê xwe bide serdanê navnetewî û dîplomasiyê.

Di vê serdema nû de, dibe ku Erdogan normalbûna li herêmê dewam bike û encamên hilbijartinê jî wekî derfeta bo başkirina pêwendiyên ligel welatên Rojavayî bikar bîne.

Lewra jî pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîka Joe Biden a pîrozkirina Erdogan, wekî gava yekem a pêşxistina pêwendiyên dualî dikare bê dîtin. Dîsa jî daxwaza Amerîka ya pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê, li beramber F-16an ne rêya ku rola Enqereyê di nav hevpeymaniyê de destnîşan bike ye.

Di vê naberê de, Erdogan di heyama kampanyaya hilbijartinê de, ragihand ku ew dê di gelek waran de hevkariya nêzîk bi Rûsyayê re bike û ti sedem nîne ku Enqere ji polîtîkaya hevsengiya navbera Rojava-Rûsya venegere.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di peyama pîrozkirinê de jî diyar kiriye ku Tirkiye dikare di ewlehiya Ewropayê de alîkariyên girîng bike. Lê belê ji bo vê jî pêwîste rêz li polîtîkaya xweser a Tirkiyê bê girtin û ji bo berjewendiyên hevpar jî hewldan bêne kirin.

Opozîsyon ji bo hilbijartinan bide jibîrkirin dê Erdogan rexne bike

Wekî encam, diyar e ku dê opozîsyona Tirkiyeyê ku nekariye vîzyonekê ji bo pirsgirêkên Tirkiyê derxe pêş û bi namzedê xwe jî nekariye ji gel re vebêje, wê plana xwe ya dijî Erdogan heta piştî hilbijartinên şaredariyan bipaş bixe.

Herwiha serokên opozîsyonê, tevî ku fişarê li ser hevpeyman û partiyên nav hevpeymanê bikin, dê ji bo jibîrkirina hilbijartinên 28ê Gulanê jî Erdogan bi tundî rexne bikin.

Îhtimala berdewamkirina gotinên dijatiya penaberan ên opozîsyonê ku beriya gera duyem a hilbijartina serokomariyê bikar anî, wê bibe sedema gefxwarineke cidî li ser demokrasiya Tirkiyeyê.   


Middle East Eye
Werger-sererastkirin: PeyamaKurd