Ji ber helwesta Amerîka dibe hevpeyman bikevin nav lêgerîneke nû

Ji ber helwesta Amerîka dibe hevpeyman bikevin nav lêgerîneke nû

PeyamaKurd - Polîtîkaya ku Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) dimeşîne, hevpeymanên wekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li herêmê lawaz dike. Pasîfbûna Amerîkayê li hember Tirkiyeyê, dibe ku bibe sedema encamên xeter li ser berjewendiyên Amerîka yên li Rojhilata Navîn.

Hevpeymanên DYAyê bi awayekî berçav difikirin ku rêveberiya Joe Biden, li hember polîtîkaya Tirkiye ya Sûriye û Iraqê bêdeng dimîne.

Ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê, li aliyekî HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike û li aliyê din jî tifaqa ligel Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Washingtonê kete bin fişareke mezin.

Ligel vê jî îşaretên ku Tirkiye bi rejîma Esed re xwe nêzîk dike, nîşaneyên derbarê operasyona bejahî de, êrîşên asmanî û bi dronan ên li ser erda Sûriyê nîşan didin ku rewş gihîştiye qonaxeke nû.

***

‘Helwesta Amerîkayê dibe ku hevpeymanan bixe nav lêgerîneke nû’

Berteka Amerîka ya bêdengî li hember vê geşedanê, muhtemel e ku wê di pêwendiya navbera HSD û Amerîkayê de kêşeyan derxe û dibe ku şirîkên Amerîka yên li Sûriyê li hember êrîşên Tirkiyeyê bikevin nav lêgerîna hevpeymanên nû.

Tirkiye bêyî ku ti bertekeke girîng ji Amerîkayê wergire, li Sûriyê (Rojava) lîderên leşkerî û rayedarên rêveberiya herêmê bi navgînên asmanî hedef bigire. Her çiqas Enqere îdia dike ku tenê lîdertiya PKKê hedef digire û wekî hincet êrîşa ku li Stenbolê di meha Mijdara borî de pêk hatibû nîşan dide jî li herêmê tenê lîder û rayedarên HSDê hedef girtin û ew kuştin.

Ev operasyon hevdem girêdayî berjwendiyên Tirkiyeyê yên xwegihandina çavkaniyên li Sûriyê û berfirehkirina herêma ku ev demek dirêj e ji xwe re wekî gef dibîne ye.

PYD: Tirkiye li dijî me dijminatiyeke kûr dike

Rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di nav HSDê de cî digire û Tirkiye wan ji PKKê cuda nabîne, dibêjin ku hikûmeta Tirkiyeyê li hember wan xwedî dijminatiyeke kûr e.

Ev çend meh in nîgeraniyên ser helwesta Amerîka ya li qada Sûriyê zêde dibin. 21ê Mijdara borî, Konsûlxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi hinceta operasyonên muhtemel ên Tirkiyeyê hişyarî da welatiyên Amerîkî ku ji wan herêman dûr bisekinin.

Daxuyaniya konsûlxaneyê li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bû sedema tirs û panîkê ku derxist holê, hêzên li herêmê ne dûrî rûbirûbûna êrîşan e. Tirkiyeyê piştî du rojan, êrîşeke rûxandinê ya asmanî li ser binesaziya gaz, elektrîk û berhemanînê ya herêma kontrola HSDê pêk anî. Şêniyên van herêmên bûne hedef bi tirs û hêrs in û baweriya xwe ya bi Washingtonê jî winda kirin.

Piştî van êrîşên mezin, nîqaşên li ser rola HSDê ya di van êrîşan de dewam dikin. Pirsa ku bê kirin ev e; Gelo HSD hay ji wan êrîşan heye û xelkê herêmê hişyar nekiriye, yan jî Washingtonê li ser hemleyên nêzîk ên Tirkiyeyê hişyarî nedaye HSDê?

***

Sedemên nêzîkatiya Amerîka ya bo Tirkiyeyê eşkere ne

Ji ber van fikarên derbarê têkoşîna terorê de, di navbera Amerîka û hevpeymanên wê yên pêbawer de îhtimala nakokiyan zêdetir dibe. Nîgeraniyên bi vî rengî, rê dide wê ku li ser helwesta Amerîka ya li hember êrîşên Tirkiyeyê nîqaş bê kirin.

Sedemên nêzîkatiya Amerîka ya bo Tirkiyeyê eşkere ne; Enqete endameke kilît a NATOyê ye û bi Amerîka re xwedî têkiliyeke nêzîk e. Ev rastî bi şerên enerjî û çavkaniyan ên deverên din re têkildar e. Ji şerê Ukrayna, Sûriye û Donbasê ên Rûsya destwerdanê dike bigirin, heta pêwendiyên ligel Kendavê, Îranê û Çînê xwedî girîngiyeke mezin e.

Xelkê herêmê û rayedarên herêmî, balê dikişînin ser ku Amerîka bi taybet ji bo êrîşkariya Îranê daxuyaniyên tund ên şermezariyê dide, lê dema mijar dibe Tirkiye, zimanekî nerm û dîplomatîk bikar tîne.

Li aliyê din Tirkiye û Îran ji bo êrîşên xwe yên li Sûriye û Herêma Kurdistanê, hincetên wekî; ‘têkoşîna dijî terorê ya jî têkoşîna li hember bandorên Rojava’ pêşkeş dikin.

***

Bêdengmayîna Amerîka dibe ku encamên xeter ji bo HSDê çêbike

Di rastiyê de, di herdu rewşan de jî ev êrîş hevpeymanên Amerîka yên li herêmê lawaz dikin û baweriya di nav hevpeymaniyê de dişkînin.

Polîtîkaya Amerîkayê rê dide wê yekê ku HSD xwe li hember êrîşên Tirkiyeyê di nav zemîneke lawaz de hîs bike.

Pasîfbûna Amerîkayê li hember operasyonên Tirkiye yên li Sûriyê, wê li ser hevpeymanîbûna Amerîka ya bi HSDê re ku demeke dirêje dewam dike û berjewendiyên Rojhilata Navîn encamên xeter bi xwe re bîne.

Nayê qebûlkirin ku ti gefeke berdewam li ser HSD ya ku li Rojhilatê Firatê şerê DAIŞê dike hebe. Herwiha ger HSD ji ber van sedeman berê xwe bide şirîkên nû, wê stratejiya Amerîka ya Sûriyê bi zelalî şikesteke mezin bixwe.

Ji ber vê jî ya girîng ew e ku Amerîka bi angajman û prensîbên hevgirtî yên bijareyî stratejîyeke nû di navbera hevpeymanên xwe de pêk bîne. Berî ku gavên zêdetir bên avêtin, divê Washington kanalên ragihandina rasterast di navbera hevpeymanan de bi fermî veke ku hemû alî berpirsiyariyên xwe bizanibin.

Herwiha divê Amerîka ji bo parastina şirîkên xwe yên li Sûriye û hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ya Hewlêrê, bi ziman û polîtîkayeke cidî yê rasterast li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê raweste.

Li demeke ku şerê navxwe yê Sûriyê dikeve deh salên duyem de, krîza heyî ji aliyê Amerîkayê ve gelekî tê paşguhkirin.


The Washington Institute 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd